Hums; navenda rêya bazirganiya madeyên hişbir

Parêzgeha Humsê bûye navenda rêya bazirganiya madeyên hişbir. Li hin deverên Humsê madeyên hişbir tên çandin, li hin cihên din jî kargehên taybet ên çêkirina hişbirê hatine vekirin. Her wiha Hums li ser sînorên Lubnan-Sûriyê ye, bi wê yekê bûye cihê komkirina hişbirê û şandina wan bi rêya bejahî yan deryayî ji welatên cîran re.

Hums; navenda rêya bazirganiya madeyên hişbir
21 îlon, 2021   08:41
HUMS - ORŞELÎM ELAEDÎN

Roj derbas nabe ku nûçeyên têkildarî têkbirina hewldanên derbaskirina madeyên hişbir ji Sûriyê yan welatên cîran re û bi taybetî Urdun û Lubnanê, neyên bihîstin. Urdunê gelek caran ragihandiye ku hêzên wan hewldanên derbaskirina madeyên hişbir li ser sînor têk birine yan jî bi qaçaxçiyan re pev çûne û hinek ji wan kuştine, yan jî tevî madeyên hişbir çek desteser kirine.

Li gorî kovara The Economist, Sûriye bûye “dewleta hişbirê” û hebên “Captagon” ên ku serokê Sûriyê difiroşe derve, li hundirê Sûriyê jî pir belav bûne û zirarê digihîne ciwanan.

Li gorî kovarê, “bi têkçûna aboriya hikumetê ya ji ber şer, cezayan û gendeliyê êdî serokê Sûriyê herî zêde madeyên hişbir difiroşe derve û ew made bûne çavkaniya pereyan. Navenda Şîrovekirinê û Lêkolînan (şîrketek e û navenda wê li Qibrisê ye) ragihand ku hikumetê sala borî li cihên din madeyên hişbir ên ji Sûriyê bi nirxê 3.4 milyar dolar firotiye ku bi vê yekê firotina zeyta zeytûnan jî derbas dike. Zeyta zeytûnan salane nêzî 122 milyon dolar tê firotin.”

Dema mijar dibe bazirganî û derxistina madeyên hişbir ji Sûriyê û derbaskirina wan madeyan ji welatên Ereban ên derdorê yan Ewropayê re, herî zêde parêzgeha Humsê derdikeve pêş. Ji ber ku ew navenda girêdana bajarên Sûriyê ye û nêzî sînorên Lubnanê ye.

Çavkaniyên ji hundirê Humsê dibêjin ku gelek caran madeyên hişbir ji herêma Qelemon û herêmên li ser sînorên Lubnanê tên, piraniya wan jî dişînin El-Qisêr ku yek ji herêmên mezin yên Humsê ye û di bin serweriya Rûsya û hikumeta Şamê de ye. Lê belê Hizbullah jî bi rêya hêzên hikumeta Şamê û hin rûspiyên herêmê lê serwer e û niha ew herêm bûye çavkaniya sereke ya hişbirê li Sûriyê.

Berhemdariya hişbirê li herêma El-Qisêr ewle ye û nayê astengkirin. Ji ber wê yekê di salên dawîn de çandina heşîşê zêdetir bûye. Mercên hewayê yên baş li wê herêmê ji bo çandina wê madeyê guncaw in.

ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ Û CIHÊN DEPOKIRINÊ

Çavkaniyekî ji Humsê (ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bide) dibêje: “Endamên Hizbullahê ji xebatkarên ku heşîşê diçînin û li herêma Qelemon depo dikin, xwest ku biçin herêma El-Qisêr a li gundewarên Humsê û got ew ê rojane ji 7 heta 15 lîreyên Sûriyê bidin wan.”

Çavkanî diyar kir ku Hizbullahê bi rêya efserên hikumeta Şamê û hin rûspiyên li herêmê serwer, parçeyên mezin ji erdên çandiniyê yên li gundên El-Misiriyê (girêdayî parêzgeha Humsê ye û li başûr rojavayê Humsê û bakurê başûrê sînorên bi Lubnanê re ye), Ercon (di aliyê îdarî de beşeke parêzgeha Humsê ye), El-Cewziyê û gundên din ên Humsê, veguherandine zeviyên çandina heşîşê.

Şêniyên gundên herêmê di çandina heşîşê de kar dikin. Ew li wan zeviyan li hemberî heqdesta rojana ku digihêje 20 dolaran, kar dikin.

Şêniyên herêmê ji ber mercên aborî yên zehmet li herêmên serweriya hikumeta Şamê, berê xwe dane van karan. Karmendên hikumetê mehane tenê 100 hezar lîreyên Sûriyê digirin.

Kesên di wan mezreyan de kar dikin, qedexe ye ku telefonên destan li cihê kar bi kar bînin. Yên ku perspektîfan pêk naynin jî rastî lêpirsînê tên.

Piştî çinînê jî, berhemê heta demeke kin di depoyan de dihêlin. Di vê derbarê de çavkaniyê ji Humsê dibêje: “Ji bilî welatên Lubnanê yên endamên Hizbullahê qedexe ye kesekî din derbasî vê herêmê yan depoyan bibe, heta xebatkarên sûrî jî nabe derbas bibin.”

Piştre, madeyên hişbir di rêyên taybet re dişînin herêmên El-Qisêr, El-Heş û El-Hermel. Li wê derê ew made tên ziwakirin û ji bo qaçaxkirinê ji derveyî Sûriyê re tên amadekirin. Beşek jê jî ji bo firotina li Sûriyê tê amadekirin.

Madeyên hişbir dişînin herêmên li beravên Sûriyê wekî Tartûs, Banyas û Lazîqiyê û ji wê derê bi rêya deryayê tên qaçaxkirin. Yan jî bi rêya dergehên sînorî di herêmên başûr re derbasî Urdunê dikin û ji wir dişînin welatên Kendavê.

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê naxwazin bikevin herêmên di bin serweriya efseran û alîgirên Hizbullahê yên li wir serwer, da ku şer di navbera her du aliyan de derneke. Hikumeta Şamê jî naxwaze bi Hizbullahê re rageşiyê derxîne, ku di salên dirêj ên aloziyê de Hizbullahê piştevanekî hikumetê bû.

KARGEHÊN MADEYÊN HIŞBIR

Çavkaniyekî din ê agahdar ji Humsê, hejmareke kargehên sereke ku endamên hikumeta Şamê, bazirganên şer û kesayetên Lubnanê yên girêdayî Hizbullahê çavdêriya wan dikin, bi bîr xistin.

Çavkanî behsa karegehekê û mezreyeke çandina heşîşê li bajarokê Zêta kir, ku kesê bi navê Huh Ziêter (esil ji Lubnanê ye) çavdêriya wan dike.

Her wiha li navçeya “Xirbet Tîn Nûr” kargehek heye, beşekî taybet li wê kargehê ji bo çêkirina Captagon e. Kesê bi navê Ebû Elî çavdêriya kargehê dike, ew kargeh nêzî baregeha Lîwaya parastina hewayî ya di bin serweriya Hizbullahê û hin endamên îranî de ye.

Kargeheke din li bajarokê El-Eqebe yê li ser sînorên Sûriye-Lubnanê heye, mêrek û jineke pispor wê kargehê bi rêve dibin, li wê derê hebên Captagonê tên çêkirin.

Li gorî çavkanî, li wan kargeha rojane zêdetirî 400 hezar hebên Captagonê tên çêkirin.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir li bajarê Humsê (X.M.) wiha got: “Ji ber ku parêzgeha Humsê li ser sînorên Lubnanê ye, li wir her tim madeyên hişbri tên veguhastin.”

 X.M. destnîşan kir ku îsal 1450 kg madeyên hişbir li parêzgehê hatine dîtin û ev agahî parve kirin: “Îsal rêjeya dîtina heşîşê li parêzgehê ji sedî 6 zêdetir bû” Ev yek astengiyên mezin di xebatên têkoşîna li dijî bazirganên hişbirê de çêdike.

 X.M. piştrast kir ku çandin, çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir ji Lubnanê û heta parçeyên din ên Sûriyê, gefê li Humsê dixwe.

BANDORÊN ALOZIYA SÛRIYÊ

Li kêleka hişbirê, mafyaya hişbirê vê dawiyê dest bi bazirganiya madeyên ku bandore li derûniyê dikin, kir. Di nava civaka herêmê de ev made pir belav bûn.

Di vê derbarê de, bijîşkê derûnî yê sûrî Mihemd Zirêq dibêje: “Yên van madeyan bi kar tînin xwedî tevgerên dijminane ne û kesayetên wan tevlîhev in. Her wiha hêza wan têrê nake ku qaûnan pêk bînin û têkiliyên wan bi kesan re seranser in.”

Bijîşkê derûnî diyar kir ku ruxmî ku ew yek ji ser hişê xwe ve naçin jî, lê belê ew nikarin aktîvîtên fîzîkî û mêjî yên bi rêk û pêk, pêk bînin, her wiha cihekî yan karekî sabît qebûl nakin û wekî kesên aram an jî pir tevlihev wekî ku di zaroktiya xwe de bûn, xuya dikin.

Dr. Heysem Seqir jî da zanîn ku herî zêde ciwanên di navbera 15 û 20 saliyê de wan madeyan bi kar tînin, ew jî ji kesên vegir fêr dibin.

Dr. Heysem Seqir sedema wê yekê wiha vedibêje: “Ji ber kêmbûna piştgiriya malbatê û avakirina rast a kesayeta wan. Gelek ciwan ji ber hestên bêçaretî, xemgînî û xwe têrnedîtinê dibin kesên vegir. Her wiha da ku ji tenêtiyê û zexta derûnî û bandorên aloziya Sûriyê xilas bibin, wan madeyan bi kar tînin.”

Pisporên ku hewl didin bi awayekî civakî têkoşîna li dijî madeyên hişbir lêkolîn bikin, dibêje ku tenê têkoşîna fîzîkî têrê nake, lê belê divê malbat rol bilîze û bi zarokên xwe mijûl bibe û wan ji xetereya wan madeyan hişyar bike.

Li gorî daneyên NY`yê, li 170 welatên cîhanê bazirganiya madeyên hişbir tê kirin. Her wiha 16 milyon kes wan madeyan bi rêya derziyan bi kar tînin. Salane jî 200 hezar kes pê dimirin.

(cx)

ANHA