Li Sûdanê hewldana derbeyê

Dezgehên çapemeniyê yên Sûdanê ragihand ku îro komeke derbekar hewl da li welêt derbeyekê pêk bîne.

Li Sûdanê hewldana derbeyê
21 îlon, 2021   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Sûdanê diyar kir ku artêşa Sûdanê bang li gel kir ku li hember hewldanên derbeya binkeftî bisekinin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, artêşa Sûdanê bi awayekî zêde li kolanên ku ber bi avahiya rêveberiya giştî ve diçin, belav bû û tank li kolanên Xertûmê belav kirin.

Toreya El-Hedes ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, da zanîn ku rewş di bin kontrolê de ye.

(dm)