​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Derayê topbaran kirin

Hemwextî şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên nenas de li derdora Mesakin Cilîn, hêzên hikumeta Şamê bajarokê Mesakin Cilîn ê li rojavayê Derayê topbaran kir.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Derayê topbaran kirin
21 îlon, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê bajarokê Mesakin Cilîn topbaran kir. Her wiha topek li bajarokê Til Şihab ê gundewarên rojavayê Derayê ket.

Ev êriş hemwextî şerê di navbera çekdarên nenas û hêzên hikumeta Şamê de li derdora benda çargoşeyî û benda Mesakin Cilîn pêk hat. Tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR'ê diyar kir ku endamên li ser bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê şênî tengav kirin, li gelek zarokan dan û pere ji kesên ku di bendê re derbas dibin, xwest û ev bûyer piştî wan rûdanan pêk hatin.

(dx)