Rojnameyên erebî: Serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê hate kuştin

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê, rewşa Iraqê û rewşa Tûnisê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê hate kuştin
21 îlon, 2021   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ LI DIJÎ EREBEYA SERÇETEYEKÎ ÊRIŞA BI DRONAN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di navbera Idlib û Biniş a bakurê rojavayê Sûriyê de ku li nêzî sînorê Tirkiyê ye, erebeyek teqiya. Li gorî agahiyan erebe bi droneke artêşa Amerîkayê hate hedefgirtin ku tê de serçeteyekî rêxistina Huras El-Dîn a girêdayî rêxistina El-Qaîde hebû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) drone ku êriş pêk aniye, ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî e û erebeyek li ser rêya Idlib – Biniş kir hedef ku tê payîn ku ew erebe ya serçeteyekî rêxistinên radîkal be. Her wiha tu agahî der barê nasnameya wî de nehatin bidestixstin.

Li gorî SOHR’ê li ser gundewarên Binişê balafirên Koalîsyona Navneteweyî digerîn, her wiha teqînên dijwar rû dan. Li gorî çavkaniyan teqîn ji ber qezayeke perwerdeyê rû da û hê jî sedemên wê ne diyar in.

Di dawiya sala 2019`an de Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Huras El-Dîn wek rêxistineke terorîst a biyanî ragihandibû.”

‘ÇEK GEFAN LI HILBIJARTINÊN PARLAMENTO YÊN IRAQÊ DIXWE’

Der barê hilbijartinên Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Metirsî di nava gel, hêzên siyasî û namzetên serbixwe de ji ber xetereya bikaranîna çekan di hilbijartinan de, zêde bû.

Wan aliyan metirsiyên xwe ji ber bikaranîna çekdaran û hêzên siyasî û mezhebî ku zextê bi çekan li namzetan bikin, eşkere kir.”

‘SEROKÊ TÛNISÊ DÊ SEROKÊ HIKUMETA NÛ ERKDAR BIKE’

Girêdayî rewşa Tûnisê rojnameya El-Beyan ev agahî dan: "Serokê Tûnisê Qeys Seîd got dê xebatê li gorî tedbîrên cuda ku ji 25`ê Tîrmeha borî ve hatiye ragihandin, dewam bike heta ku qanûnên demkî werin derxistin û qanûna hilbijartinan were guhertin. Her wiha diyar kir ku dê serokê hikumeta nû erkdar bike."

 (bx)