‛Divê rêxistinên jinan ji bo darizandina dewleta Tirk têkoşînê xurt bikin'

‏Çalakvana hiqûqî  Arzû Temo bang li rêxistin û komeleyên jinan ên herêmî û navneteweyî kir ku ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û darizandina wê, li qada navneteweyî kar û xebatên xwe zêde bikin.

‛Divê rêxistinên jinan ji bo darizandina dewleta Tirk têkoşînê xurt bikin'
21 îlon, 2021   07:34
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN ‎

‏Sûcên revandina sivîlan li bajarê Efrîn û xwestina fidya ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ‎ve zêde dibin. Têkildarî wê çavkaniyekî ji Efrînê da zanîn ku di vê dawiyê de çeteyên dagirkeriyê jinek revand.

Çeteyên dewleta Tirk roja înê şêniya bi navê Ferîde Mistefa (28) ku dayika 2 zarokan e, ji ‎gundê Kurka yê Mabatayê, dema ku serdana hevjînê xwe Mihemed Ebdulqadir Sîdo yê di girtîgehê de dikir, revand. Mihemed Ebdulqadir Seydo di 1’ê Îlona îsal de li ser benda kontrolê ya têketina Efrîna dagirkirî hatibû revandin. ‎

Heman çavkanî diyar kir ku Ferîde bi hinceta ku navê wê di nava lîsteya kesên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên ‎xwestin de heye, hat revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin. Her wiha rojane bi dehan kes bi vî ‎awayî tên revandin. ‎

Têkildarî vê yekê, endama rêveber a Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Qamişloyê Arzû Temo wiha got: "Li bajarê Efrînê yê dagirkirî sûc, revandin û kiryarên dermirovî yên li dijî jinan û zarokan û sûcên li dijî mêran zêde dibin. Lê civata navneteweyî li hemberî van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng e." ‎

Arzu wiha domand: "Divê bal li ser sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî were kişandin. Li gorî qanûnê sûcdar were muhasebekirin û jinên hîna aqûbeta wan ne diyar in, serbest werin berdan." ‎

Navenda lêkolînan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo eşkerekirina dosyaya jinên revandî lêpirsînên xwe zêde kirin. Li aliyekî din ji ber ku destûr nayê dayîn ku rêxistinên mirovî û hiqûqî derbasî bajarên dagirkirî bibin, heta niha agahiyên rasteqîn nehatine bidestxistin.

Çalakvana hiqûqî Arzû<D Temo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên dagirkirî sûc û kiryarên hovane, tundiya derûnî, bedenî û revandinê pêk tînin.

‛JI BAJAREKÎ EWLE BÛ BAJARÊ TIRSÊ’

Arzû da zanîn ku berê bajarê Efrînê ji sûriyên ku ji hovîtiya hikumeta Şamê ‎direvîn, bûbû stargeheke ewle û wiha berdewam kir: "Ji 2018’an ve dema dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, bajar bûye zeviyeke mayînan, cihê tirs û xofê ku tê de çarenûs û pêşeroja kesên tê de ne diyar e."

Li gorî daneya dawîn a Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya dawiya Çileyê de daye, di şoreşa Rojava ya sala 2012'yan de Efrîn sembola berxwedan û têkoşînê bû, lê belê digel dagirkeriya Tirk de bû cihê çeteyan. Di navbera 2018 û 2019’an de kuştina 40, birîndarbûna 128 jinan û 60 bûyerên tecawîzê hatin belgekirin ku piraniya wan temen biçûk bûn. Ji wan 5 jinan xwe kuşt. Her wiha 270 jin hatin revandin û bi zorê û di bin gef û şantajê de hatin zewicandin. 

‘HEWLDANAN XURT BIKIN DA KU DAGIRKERIYA TIRK BÊ DARIZANDIN’‎

Têkildarî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navnetewyî, Arzû bêhelwestiya saziyên ‎pêwendîdar û bêdengiya wan a li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê şermezar kirin û pirsî çima ‎dagirkeriya Tirk ji ber sûcên ku pêk tîne nayê darizandin?.‎

Arazu bang li rêxistin û komeleyên jinên herêmî û navneteweyî kir ku hewldanên xwe xurt ‎bikin da ku rastiya dagirkeriya Tirk eşkere bikin ji bo ku li dadgehên navneteweyî were ‎darizandin. ‎

Li gorî Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyê, zêdetirî 7 hezar û 810 kes li Efrîn hatine revandin, her wiha çarenûsa 3 hezar kes nediayr e û derdora 50 kes ber bi ‎girtîgehên dewleta Tirk ve hatine birin.‎

(dm)

 ‏ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ScslHZeauKw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>