Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PYD'ê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera 18'an a damezirandina PYD'ê pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PYD'ê pîroz kir
20 îlon, 2021   20:55
BEYRÛT

Bi sedan kurdên li Lubnanê salvegera 18`an a avabûna PYD`ê li hola Bereke ya li herêma Ecleton pîroz kir.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser giyanê şehîdan deqeyeke rêz girt. Bi navê PYD`ê ya Lubnanê endamê partiyê Ehmed Mihemed axivî û got: "Di salvegera 18`an a partiya me de, em soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin, me 18 salên ji têkoşîna li dijî zor û zehmetiyan derbas kir, paşê bi tecrûbeyên dîrokê û derbaskirina wê re rû bi rû man, da ku li ser asta Rojava û tevahî Kurdistanê tevdî serkeftinên çarenûsî pêk bînin."

Bi vê wesîleyê bi navê Kongreya Star endama kongreyê Lava Bekir daxuyanî xwend û tê de salvegera partiyê li hemû têkoşer, endam û dostên gelê Kurd pîroz kir.

Paşê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û salvegera partiyê li gel û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha dewam kir: "Tevî hemû  zextên li ser partiyê, têkoşîna wan bûye bingeha azadiya hemû gelên herêmê."

Di dawiya şahiyê de stranên şoreşger hatin gotin û beşdaran govend gerandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9TNvAPJVkIo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>