​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû

Komîteya Nirxandinê ya Mîhrîcana a 3`yemîn a Hawar a Stranan navên kesên di pêşbirkê de bi ser ketin, ragihandin.

​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Hawar bi xelatkirina kesên bi ser ketin bi dawî bû
20 îlon, 2021   20:49
ŞEHBA

Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan ya bi diruşma "Çanda resen dengvedana serdemê ye" li kamapa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê bi dawî bû.

Bernameya mîhrîcanê ya roja dawî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Desteya Çand û Hunerê Henan Seydo îşaret bi girîngiya çandê kir û got: "Nirxên civakê di çandê de ye, ji ber vê yekê divê em çanda xwe biparêzin û rê nedin dijminan  ku çanda me têk bibe."

Seydo ev li gotina xwe zêde kir: "Hêviya me ew e ku Efrîn were rizgarkirin û em mîhrîcana 4`emîn lê li dar bixin."

Bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Efaf Heskê  jî got: "Dijmin bi hemû rêbazan hewl didin çanda civakê qir bikin, ji lew re divê em hişyar bin û li dijî wê tê bikoşin."

Dûvre stranbêj Mihemed Welîd straneke folklora Efrînê got û endama komîteya nirxandinê Hedîd Osman jî çend stranên şoreşger gotin.

Piştre, têkildarî jiyana hunermendê Kurd ê efrînî Cemîl Horo sinivîzyonek hate pêşandan.

Dûvre beşdan Ehmed Birîm, Mihemed Îbiş, Mêrvan Zîbar, Zêrîn Îbiş, Mistefa Şêxo, Serhad Seydo û Ferîde Tarî stran û ji aliyê komîteyê ve hatin nirxandin.

Di dawiyê de komîteya nirxandinê navên beşdarên serketî ragihandin; Mistefa Şêxo, Zêrîn Îbiş û Ferîde Tarî. Beşdarên serketî xelat wergirtin.

(eh)

ANHA