Hiqûqnas: Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike

Têkildarî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, hiqûqnas Mehmûd Cemîl diyar  kir ku dewleta Tirk hemû qanûn, peyman û mîsaqên parastina mafên girtiyên siyasî binpê dike û her wiha rapora CPT'yê jî paşguh dike.

Hiqûqnas: Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike
21 îlon, 2021   07:09
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Rêber Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999`an bi komployeke navneteweyî li paytexta  Kenyayê Nairobi dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk  hate kirin. Ev 22 sal e rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha grava Îmraliyê di tecrîdeke giran de ye.

Têkildarî mijarê hiqûqnas û dozgerê Dîwana Edelatê ya Kantona Hesekê Mehmûd Cemîl ji ajansa me re axivî û got: "Girtina rêber Abdullah Ocalan bêmafiyek e, ji ber ku rêberekî siyasî ye û nûnertiya gelekî bindest dike, ev gel ji mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bê par hatiye hiştin û li ser erda xwe ya dîrokî ji mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bê par e."

Piştî hevdîtina dawî ya di navbera rêber Ocalan û parêzerên wî de ku 17`ê Tebaxa 2019`an pêk hatibû, 14`ê vê mehê parêzer careke din serî li dozgeriyê da, lê daxwaza wan dîsa hate redkirin.

Peywendiya dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re 25`ê Adara derbasbûyî bû ku birayê wî Mehmed Ocalan bi rêya telefonê 5 deqeyan pê re axivîbû.

ꞌDESTHILATDARÊN TIRKIYÊ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKIN’

Di rapora Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) de hate eşkerekirin ku dewleta Tirk di girtîgeha Îmraliyê de siyasetên derqanûnî dide meşandin. Di raporê de gelek sûcên ku rejîma Tirk pêk tîne, hatin belgekirin. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Têkildarî paşguhkirina rapora CPT'yê, dozger Mehmûd Cemîl got: "Desthilata Tirk bi dîlgirtina rêber Ocalan tevahiya qanûn, peyman û mîsaqên navneteweyî yê girêdayî parastina mafên girtiyên siyasî, binpê dike û rapora CPT`yê jî paşguh dike, ji ber vê yekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike destûr nade malbatê û parêzeran ku wî bibînin."

‘FIKRÊN RÊBER OCALAN JI DOZÊN LI ROJHILATA NAVÎN RE ÇARESERÎ NE’

Dozger Cemîl da zanîn ku dewleta Tirk ji dengê rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber ku nûnertiya beşeke mezin a gelê herêmê û Rojhilata Navîn dike û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku beşek mezin ramanê rêbertî di  çareserkirina doz û aloziyên Rojhilata Navîn de esas digirin, rêbertî çareserî ji pirsgirêkên gelên herêmê û tevahî cîhanê re pêşkêş kirine, ji ber ku xwedî fikireke mirovî ye ku banga mafên hemû pêkhateyan di diyarkirina çarenûsa xwe û rêvebirina kar û barên xwe de dike."

Ev siyaset peymanên navneteweyî û mafên girtiyan binpê dike, ji van qanûnan; Peymana Cinêvê, Danezana Mafên Mirovan ku 1948`an hate derxistin, her wiha her du peymanên navneteweyî yê mafên siyasî û aborî yên sala 1966`an.

‘DEWLETA TIRK QANÛNÊN XWE JÎ BINPÊ DIKE’

Cemîl da zanîn ku Tirkiye qanûnên xwe jî pêk nayne û wiha domand: "Di destûra bingehîn, qanûn û cezayên Tirkiyê de, tevahî mafên girtiyên siyasî parastî ne û ji ber ku Tirkiye endameke Neteweyên Yekbûyî ye, neçar e ku qaûnên navneteweyî pêk bîne."

Dozger Mehmûd Cemîl berdewamkirina dewleta Tirk a ji rêzecûsên li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî vê yekê, rexne kirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, sivîl û desteyên NY`yê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê bi awayekî cidî nêzî rewşa tenduristî û civakî ya rêber Abdullah Ocalan bibin, wî serbest berdin, di heman demê de divê dewleta Tirk bi awayekî fermî lêborînê ji rêber Ocalan bixwaze."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c4aGC1StkYI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>