Salvegera damezirandina PYD'ê li Helebê hate pîrozkirin

Salvegera 18'an a damezirandina PYD'ê bi şahiyekê li taxa Şêxmeqûsd a Helebê hate pîrozkirin.

Salvegera damezirandina PYD'ê li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Helebê hate pîrozkirin
20 îlon, 2021   18:50
HELEB

Şahî li qada Şehîdan a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di nav de endamên saziyên sivîl, sekretêrê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûriyê  Mistefa Qeleçî, endamên Partiya Komunîst a Sûriyê ya Yekgirtî, Eniya Demokratîk a Rizgariya Filîstînê û Partiya Pêşverû ya Civakî ya Sûriyê hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan û yên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/09/20/181658_awash-jawysh.webp

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Ewaş Çawîş salvegera damezirandina partiyê li tevahî gelên herêmê, di serî de malbatên şehîdan pîroz kir û got, destkeftiyên ku PYD'ê di têkoşîna xwe ya 18 salan de bi dest xistine berhemên keda şehîdan û têkoşîna gelê Kurd e.

/ar/uploads/files/2021/09/20/181641_aaeshh-hsw.webp

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso jî axivî, salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û wha got: "Pergala heyî înkarkirina kesên din di mejiyê welatiyê sûrî de ava kir, dema ku me projeya Rêvberiya Xweser pêşkêş kir, me yeqîn dikir ku çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye."

Eyşe Hiso dyar kir ku bi saya rêber Abdullah Ocalan jin mafê xwe yê siyasî pêk tîne, di her qadan de cihê xwe digire û di nava PYD'ê de xwedî roleke pêşeng e.

/ar/uploads/files/2021/09/20/181713_nyrkyz-bkr.webp

Di şahiyê de endama Kongreya Star Nêrgiz Bekir diyar kir ku dê têkoşîna berdewam bikin heya ku projeya neteweya demokrtîk a ku rêbertî pê bang dike, pêk bînin.

Piştî axaftinan, komên girêdayî navenda Çand  û Hunerê ya Cemîl Horî stran û koma Serhed dîlanên ji folklora Efrînê gerandin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA