Bertekên malbatên şehîdan li dijî qetilkirina Şukrî Serhad: Em ji doza xwe venagerin

Malbatên şehîdan bertekên xwe li dijî şehîdkirina Şukrî Serhad (Yasîn Bulut) anîn ser ziman û diyar kir ku êriş li dijî saziyên malbatên şehîdan hatiye kirin û got em ji doza xwe venagerin.

Bertekên malbatên şehîdan li dijî qetilkirina Şukrî Serhad: Em ji doza xwe venagerin
21 îlon, 2021   01:55
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan ên ji Qamişlo û Amûdê nerazîbûna xwe li dijî qetilkirina şehîd Şukrî Serhad anî ser ziman. Şehîd Şukrî Serhad li Silêmaniyê ji aliyê MÎT'a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin.

Malbatên şehîdan diyar kir ku êrişa li Silêmaniyê parçeyek ji komploya li dijî gel û hêzên Kurd e û got şerê wan ê li dijî şerê taybet ê dewleta Tirk dê bidome.

'ÊRIŞ NE YA YEKEMÎN E'

/kr/uploads/files/2021/09/20/181954_delal-bedr.webp

Bi boneya şermezarkirina êrişê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Delal Bedûr got: "Ez êrişên dewleta Tirk ên li ser pêşengên me yên şoreşger şermezar dikim. Ev êriş ne ya yekemîn e, rêbazeke şerê taybet e ku ji destpêka damezirandina PKK'ê ve ji aliyê dijmin ve tê meşandin. Tevgera me ji bo mirovahiyê tê dikoşe. Divê civaka navneteweyî li gorî vê yekê tev bigere û li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û pêşengên wan bisekine."

Delal Bedûr diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku bi hedefgirtina pêşengên gel îradeya gelan qels bike û got û wiha axivî: "Wek malbatên şehîdan em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li dijî êrişan rawestin. PKK'ê nîşanî cîhanê da ku ew hêz e ku gel û welatê xwe diparêze. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên navneteweyî yên ji bo demokrasiyê tê dikoşin, li cem PKK'ê cih bigire."

Dayika şehîdan Delal Bedûr di dawiyê de got: “Ji bo pêşî li êriş û komkujiyên bi vî rengî were girtin, bang li hikumeta Beşûrê Kurdistanê dikim ku bi rengekî cidî tev li xebata yekitiya neteweyî bibe."

‘JI HÊRSA TÊKÇÛNÊ GEL DIKIN HEDEF’

/kr/uploads/files/2021/09/20/182012_kamuran-levend-.webp

Kamûran Levend bavê şehîd Rûbar Levend û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber têkçûna xwe ya li hemberî gerîla berê xwe da êrişên bi vî rengî û wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst ji mêj ve plana tunekirina gerîla li Başûr danî, lê tevî hemû teknolojiya xwe ya leşkerî jî li hemberî gerîla bi ser neket. Hewl dide bi êrişa li hemberî gelê me hêrsa vê têkçûnê bikişîne û di êrişan de xayînên ku xwe firotine dijmin, bi kar tîne."

Kamûran Levend axaftina xwe wiha dewam kir: "Mirovekî ku bi salan ji bo gelê xwe tê koşiya ku demeke dirêj ji bo malbatên welatparêz û şehîdan re xebitî, şehîd bû. Ev êriş di şexsê şehîd Şukrî Serhad de li ser saziyên hemû malbatên şehîdan ên li seranserê Kurdistanê pêk hatiye û nîşan dane ku dixwazin fikrên azadiyê li hemû Kurdistanê tune bikin. Em soz didin ku ew çi dikin bila bikin em ê ala têkoşîn û berxwedanê her tim li ba bikin û em ê li ber xwe nedin."

'ARMANCA ÊRIŞÊ XUYA YE'

Kamûran Levend got: "Her kes bi xeta îxanetê ya PDK'ê dizane. Em dikarin diyar bikin ku helwesta YNK'ê ji helwesta PDK'ê cudatir e. Bi êrişa li Silêmaniyê hate armanckirin ku PKK li dijî YNK'ê bê sor kirin û derbe li xebatên kongreya neteweyî ya Kurd were xistin. Yanî armanc dikirin ku bi qetilkirina hevalê Şukrî hêviyên gelê Kurd têk bibin. Ev daxwaza sereke ya xayînan e ku xwe firotine dewleta Tirk."

ÇIMA SILÊMANÎ?

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîver Elî jî îşaret pê kir ku dewleta Tirk ne tenê li Başûr, li tevahiya Kurdistanê şerekî taybet ê giran dimeşîne.

Zîver Elî got: "Hedefgirtina Şukrî Serhad li bajarekî wekî Silêmaniyê ku ewlehiya wê di bin kontrola YNK'ê de ye, nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze di navbera PKK û YNK'ê de pevçûnekê derxe. Hevalê me tev li şerê li dijî dewleta Tirk nebû, ji bo malbatên şehîdan xebitî. Lewma xebatên civaka sivîl didan meşandin."

'DIVÊ SAZIYÊN BERPIRSYAR DAXUYANIYAN BIDIN'

/kr/uploads/files/2021/09/20/182127_ziver-ali.webp

Zîver Alî da xuyakirin ku MÎT li Başûr xebateke berfireh a sîxuriyê dike û anî ziman ku heke hêzên Kurd nebin yek, êrişên nû jî dikarin pêk bên. Elî banga aşkerakirina hûrgiliyên êrişê kir û wiha lê zêde kir: "Berpirsiyarên ewlehiya Başûr pêşmerge ne. Divê ev hêz vê berpirsyariya xwe ya li ser milê endamên hemû partiyên siyasî yên li Başûr, bi cih bînin. Piştî êrişeke bi vî rengî divê pêşmerge û saziyên ji ewlekariyê berpirsyar ên li Başûr, daxuyaniyên ku helwestên xwe nîşan didin bidin û sedema pirsgirêka ewlekariyê vebêjin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ikpmTToKoeQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>