Di êrişa li dijî Şaredariya Gel a bajarokê Hemrat de xebatkarek birîndar bû

Li Şaredariya Gel a li Hamratê ya gundewarê rojhilatê Reqayê, du kesên nenas êrişî avahiya şaredariyê kirin, di encamê de xebatkarek birîndar bû.

Di êrişa li dijî Şaredariya Gel a bajarokê Hemrat de xebatkarek birîndar bû
19 îlon, 2021   08:41
REQA

Du kesên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûn, îro bi guleyan êrişî avahiya Şaredariya Gel a li bajarokê Hemrat a li gundewarê rojhilatê Reqayê, kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistine, di encama êrişê de endamê komîteya xizmetguzariyên şaredariyê Ebdulezîz El-Nasir bi sê guleyan birîndar bû û niha li nexweşxaneyên herêmê tê dermankirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser destwerdan kir û dest bi lêpirsîna bûyerê kirin.

(dx)

ANHA