Li çolistana Sûriyê 7 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wan hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrişî çolistana Sûriyê kir, di encamê de 7 endamên ji hêzên hikumeta Şamê û alîgirê wê hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 7 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wan hatin kuştin
19 îlon, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di navbera çeteyên DAIŞ, hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Rûsyayê de, li çolistana Sûriyê şer derket. Di encamê de du endamên hêzên hikumeta Şamê li çolistana El-Sexnê ya li gundewarê rojhilatê Humsê nêzî sînorê îdarî bi Dêrezorê re, hatin kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku 5 endamên koma Lîwaya El-Quds a alîgirên Rûsyê jî di êrişa çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê El-Emûr a li Tudmirê ya gundewarê rojhilatê Humsê hatin kuştin.

(dx)