Li Beyrûtê salvegera damezirandina Komeleya Newroz hate pîrozkirin

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, salvegera 7'an a avabûna Komeleya Newroz a Çandî û Civakî hate pîrozkirin.

Li Beyrûtê salvegera damezirandina Komeleya Newroz hate pîrozkirin
18 îlon, 2021   19:46
BEYRÛT

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya kurdên li Lubnanê di 2'yê Îlona 2014'an de hate dameziradnin. Bi boneya salvegera damezirandinê şahiyek hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/09/18/182850_img-20210918-wa0022.webp

Şahî li navenda komeleyê ya herêma Bişara El-Xûrî ya li Beyrûtê bi beşdarbûna kurdistaniyên li Lubnanê, dostên komeleyê û rojnamvan hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin û sirûda neteweyî ya kurdî û ya Lubnanê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de salvegera avabûna komeleyê hate pîrozkirin û behsa xebatên komeleyê yên di nava 7 salan de hate kirin.

Şahî ji aliyê endama komeleyê Nesrîn Biro ve hate birêvebirin.

Sekretêrê Komeleya Newroz a Çandî û Civakê Cemal Hesen got: "Bi derfetên kêm me karibû pêwîstiyên kurdên li Lubnanê, koçberên Sûriyê û hin welatiyên Lubnanê bi cih bînin. Her whia me dewreyên perwerdeyê yên zimanê erebî, kurdî û îngilizî vekirin. Hêvîdar im ku di demên bê de xebateke mezin pêşkêş bikin."

ÇALAKIYÊN KOMELEYÊ JI 2014 HEYA 2019'AN

Her wiha sinevîzyoneke li ser çalakiyên komeleyê yên ji sala 2014 heya 2019'an hate pêşandan. Ji wan, seroka  komeleyê Henan Osman ji bo parlamentoya Lubnanê hate hilbijartin ku yekem jina kurdî li Lubnanê derbasî parlamentoyê dibe, her wiha bal hate kişandin ser vekirina dewreyên fêrkirina zimanên kurdî, erebî û îngilîzî û ji wê zêdetir çalakiyên çandî li ser dîroka kurdan hatin lidarxistin û çalakiyên dîplomasî bi gelek aliyên lubnanî re hatin pêkanîn.

Paşê endama komeleyê Meyada Erebo behsa çalakiyên komeleyê yên ji Cotmeha 2019'an heya Îlona 2021'î kir.

Meyada diyar kir ku komele  beşdarî komxebata ku ji aliyê Fnsiyatîfa Femînîst a Ewro-Deryaya Spî ve ya bi sernavê "Jin bingehê pêşerojê ne" hate lidarxistin bû, her wiha Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û gelek civîn li navenda komeleyê hatin lidarxistin. Meyada Erebo bidomdarî got: "Ji wê zêdetir komeleyê gelek hevdîtinên bi balyozên çend welatên erebî û Ewropî re pêk anîn. Her wiha bi parlamenter Pola Yaqûbiyan re koordîne kir ku qeydeke deng ji bo şermezarkirina biryara li dijî têkoşera Kurd Leyla Guven tombar kir."

Endama Komîteya Jinên Filistînê ya Kampa Bir El-Beracna ya li Beyrûtê Erîc El-Kurdî got: "Her sal em li vir kom dibin da ku berhemên kedeke mezin nîşan bidin, bi serbilindî û şehnazî berdewam bikin, ji bo we spadarî û rêzgirtin, çendî hevgirtin û hezkirina kurdan xweş e ku çavkaniya hêzê ye.  "

Rojnamevan û diplomat ermenî Hamo Moskoviyan jî banga xurtkirina têkoşînê li hemberî rejîma Tirk kir.

Di dawiyê da komên zarokên çalakiyên hunerî pêşkêş kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/RcLzalTcPZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>