​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2021
18 îlon, 2021   23:00

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bang li ciwanên kir ku ji penabertiyê hişyar bin û got, penabertî ji bilî îhanet û rezaletê tiştekî bi xwe re nayine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan got, ji bo ku armacên pêngavê pêk werin pêdivî bi xebateke xurttir heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan li ser şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut, bang li kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û saziya wê ya MIT’ê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike û dev ji xiyaneta li doza Kurd û Kurdistanê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zêna Hemarne behsa têkiliya xwe ya bi amûrên mûzîkê dike û dibêje ku di mûzîkê de rêya derbaskirina xeman û astengiyên jiyanê yên li Xezayê derbas dike. Her wiha dibêje ku hêviya wê ew e ku bibe mûzîkjeneke navdar di civînê de.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ji bo şehîd Şukrî Serhed daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê bi hevkariya navneteweyî têne kirin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal pêvajoya heyî wek pêvajoyeke ku hêzên modernîteya demokratîk dê têkoşîna li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst mezin bikin û bi ser bixin, rave kir û got “Dem hatiye ku modernîteya demokratîk bi ser bikeve û azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di demekê de aramî li Derayê serwer bû, li parêzgeha Siwêdayê di navbera komên herêmê yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên girêdayî Partiya Lîwa ya Sûrî de alozî çêbûn, li aliyekî din jî NY’yê bi israr e çavdêrên xwe li Lîbyayê belav bike ku vekişandina çeteyên Tirkiyê ji herêmê bişopîne.

ANHA