Li Girkê Legê 50 tîmên werzîşê hatin avakirin

Li navçeya Girkê Legê piştî ku Yekitiya Werzîşê ciwan û zarok teşwîqî sporê kirin, çalakiyên werzîşê zêde pêş ketine. 50 tîmên sporê li navçeyê hatin avakirin.

Li Girkê Legê 50 tîmên werzîşê hatin avakirin
18 îlon, 2021   08:49
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Li Sûriyê bi giştî aliyên peywendîdar zêde girîngî nedidan qada werzîşê û bi aloziya Sûriyê re zêdetir hate paşguhkirin. Lê piştî ku desteyên Rêveberiya Xweser hatin avakirin, li herêmê hemû qadên jiyanê bi pêş xistin.

Desteya Ciwan û Werzîşê bi rêya avakirina gelek yekitiyan hewl da werzîşê li herêmê bi pêş bixe û di warê werzîşê de pêşketineke berbiçav çêbû.

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Qamişloyê bi rêya lidarxistina çalakiyên werzîşê û pêşbaziyan, ciwan teşwîqî werzîşê kirin û pê re jî gelek tîmên futbolê, voleybol û hwd hatin avakirin.

LI GIRKÊ LEGÊ 3 YARÎGEH HATIN VEKIRIN

Li navçeya Girê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê ji destpêka 2020`an ve 3 yarîgehên (stad) futbolê li Rimêlan, Girkê Legê û gundê Helîq hatin avakirin. Li van yarîgehan maçên futbolê û çalakiyên werzîşê li dar dikevin.

Li gorî daneyên ku rahênerên werzîşê yên Girkê Legê eşkere kirine, zêdetirî 400 xwenedarên ku temenên wan di navbera 5 û 15 salî de, li her sê yarîgehan fêrî futbolê dibin.

Li navçeyê û gundewarên wê derdora 50 tîm hatine avakirin û ji bilî vê jî tîmek voleybolê ya jinan hat avakirin.

Têkildarî mijarê rahênerê futbolê Ayid Ebdî ji ajansa me re axivî û got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngî nedidan werzîşê, lê piştî 2011`an qada werzîşê bi pêş ket û ciwan hatin perwerdekirin da ku xwestekên xwe yê werzîşê bi cih bînin."

Ayîd Ebdî îşaret bi girîngiya werzîşê kir û wiha berdewam kir: "Werzîş nameyeke diyarker ji mirovahiyê re radigihîne ku ew jî hezkirin, birêxistinkirin, exlaq û guhdan e. Di heman demê de ciwanan ji şerê taybet dûr dixe."

PLANSAZÎ

Rêhêner Ayid Ebdî behsa plansaziyên qada werzîşê ya li gundê Helîq ê Girkê Legê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê li Yarîgeha Helîq turnovayên futbolê yên taybet ên zarokan li dar bixin. Em amadekariya vekirina kluba basketbolê, voleybolê û taykwandoyê dikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yOXDaMB7rW4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>