​​​​​​​Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin

Ji saetên sibê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêma Mexmûrê difirin.

​​​​​​​Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
18 îlon, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li asîmanê Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Penaberan a li herêma Mexmûrê, tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.

Di 3`yê Îlonê de balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) malên sivîlên li kampê bombebaran kiribûn û di encamê de jinek birîndar bûbû.