​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li Derayê berdewam e

Li gelek herêmên Derayê nexşerêya Rûsyayê pêk tê. Li ser aboriya Lîbyayê Misir û Tirkiyê bûne hevrik.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li Derayê berdewam e
18 îlon, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI 2 HEFTEYAN DE 4 LIHEVKIRIN LI DERAYE PÊK HATIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivisî: “Komîteya Navendî ya Dan û Standinan a rojavayê Derayê bi komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê gihaştin lihevkirinekê ku nexşerêya Rûsyayê li bajarê Tefes ku mezintirîn bajarên gundewarên rojavayê Derayê ye. Ev bajar bi dijberiya xwe ya li hemberî hikumeta Şamê navdar e û gelek endamên opozîsyonê tê de hene.

Endamekî Komîteya Navendî ya gundewarên rojavayê Derayê eşkere kir ku rûspiyên Tefesê li hev kir ku çareseriyên aştiyane yên lihevkirina Rûsyayê qebûl bikin da ku şer ji bajêr dûr bixin, destkeftiyên bêtir ji şêniyan re bi dest bixin. Wê îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê, komîteya ewlehiyê û karmendên çareserkirina rewşa çekdaran derbasî Tefesê bibin û dest bi kar bikin. Rûsya soz da ku tiştek bi çekdaran neyê ku dixwazin bi hikumetê li hev werin û çekdarên ji artêşê qut bûne dê bê muhasebe vegerin karên xwe. Li gorî lihevkirinê divê çekdar çekên sivik û navîn radest bikin. 

Çavkaniyekî piştrast kir ku lihevkirina nû dê li gelek herêmên din ên rojavayê Derayê pêk were mîna bajarokê Til Şihab, Nehic, Casim, Wanxil, Newa û herêmêna hewza Yermûkê.”

‘HEVRIKIYEKE VEŞARTÎ DI NAVBERA QAHÎRE Û ENQEREYÊ DE TÊKILDARÎ LÎBYAYÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Êdî nakokiya di navbera Misir û Tirkiyê de derbasî warê aborî bû. Her du jî dixwazin para herî mezin li Lîbyayê bi dest bixin.

Di civînên komîteya bilind a hevbeş a Misir-Lîbyayê de ku pêncşemê li Qahîreyê li dar ketiye, El-Debîbe diyar kir ku ew amade ye di warê aborî de avantajan bide Misirê da ku karibe roleke stratejîk di gelek projeyan de bilîze û karkerên misirî vegerên Lîbyayê.

Çavkaniyan eşkere kir ku ji bo vegerandina têkiliyan bi Lîbyayê diviyabû Misir têkiliyan bi hêzên çalak ên li rojavayê Lîbyayê re baş bike. Wê jî ev derfet di warê aborî de dît lê du astengî li pêşiya wê hebûn. A yekî nearamiya têkiliyên Misir bi hikumeta Wîfaq re ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac. Astengiya din jî Tirkiye bû ku Lîbya li ser asta ewlehiyê kontrol dike. Ji bo wê Misir li ser pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê bi israr bû.

Lê Misir ev astengî ji xwe re nekirin pirsgirêk û li ser du xetan plana xwe berdewam kir, banga derketina hêzên Tirkiyê kir û hewl da di warê aborî de li Lîbyayê xwe xurt bike.

Analîzvanê siyasî Cîhad Ewde destnîşan kir ku lihevkirinên di vê dawiyê de di çarçoveya planekê de ku hikumeta Misirê bi Lîbyayê re li hev kiriye, hatin îmzekirin. Asta lihevkirinê ya di navbera her du aliyan de bilind e û li rex wê gelê Lîbyayê û heta hikumet dixwaze modela Misirê ya di warê geşepêdanê de were dubarekirin.

Misir û Lîbyayê 14 muzakereyên hevkariya aborî di warên pîşesazî, bazirganî, avakirin, petrol, gaz, çandinî, hewavanî û gelek warên de îmze kirin. Her wiha her du aliyan lihev kir ku 6 peymanan bi şirketên misirî re pêk werin di nav de pêkanîna projeyên cuda li rojhilat û rojavayê Lîbyayê.”

‘LUBNAN… DOSYAYÊN DESTPÊKIRINA HIKUMETA NÛ’

Der barê kar û barên Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ji daxuyaniya wezaretê xuya dibe ku Necîb Mîqatî û tîma pê re bi rêya bibîrxistina hemû dosyayan dixwaze piştrast bike ku ew dixwaze hemû dosyayan çareser bike û dikare vê yekê bike.

Hikumeta nû tenê piştî 3 civînan reşnivîsa daxuyaniya wezaretê amade kir. Beriya ku ji parlamentoyê re hefteya bê pêşkêş bike, hikumetê reşnivîs ji Meclisa Wezîran re pêşkêş kir da ku were erêkirin.

Daxuyanî ji yên berê ne cuda ye lê hinek guhertin di bendên wê de çêbûne, bi taybet ên girêdayî sozên ku hikumet dide, pêkanîna biryarên navneteweyî, kar û xebatên dadgeha taybet a Lubnanê û gelek mijarên din.

Ji daxuyaniyê bi taybet benda pêkanîna guhertinan li gorî însiyatîfa Fransayê, diyar dibe ku hikumet hewl dide baweriya civata navneteweyî bi dest bixe da ku piştgiriyê û alîkariyan bibe.

Girêdayî mijarên din astengiya herî mezin ku li pêşiya hikumeta nû derdikeve, ew e ku cezayên parlamentoya Ewropayê ku wek vebijêrkekê danîne, heke lidarxistina hilbijartinan hatin derengxistin.”

(şx)