Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 101 roj e revandî ye

Ev 101 roj e agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser yê Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen nayê wergirtin ku hêzên PDK`ê revandibû. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr diyar kiribû ku tenduristiya Cîhad Hesen ne baş e.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 101 roj e revandî ye
18 îlon, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe berê xwe dabû balafirgeha Hewlêrê, revandibûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

29`ê Tîrmehê, endamên PYD`ê piştî 50 rojan serbest hatibûn berdan.

(cx)

ANHA