Dewleta Tirk li herêmên dagirkerî qanûnên navneteweyî bin pê dike

Têkildarî lêkirina avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê ya dagirkirî parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku ev avahiyên mêtîngeriyê ne rewa ne û li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkerî qanûnên navneteweyî bin pê dike
17 îlon, 2021   23:41
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunebûna hebûna Kurdan êrişên dagirkirinê li dijî kantona Efrînê pêk anîn.

Dewleta Tirk piştî ku kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir, niştecihên wê yên resen da koçberbirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin û ji bo sepandina hebûna xwe û guhertina demgorafiya kantonê avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

Bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê re "Şerê demografîk" yên li hemberî hebûna Kurdan dikeve qonaxeke nû. Armanc ji vê gavê berfirehkirin û afirandina rewşeke nû ya demografîk.

Di gaveke nû de ji bo teşwîqkirina mêtîngeriyê û plana guhrtina demgorafîk û peydakirina hîmên îstiqrarê ji kesên tên bihcikirin re, li gundekî navçeya Şêrawayê gundê "Kuwêt El-Rehma" tê avakirin. Ev gund ji aliyê Komeleya Şam El-Xêr a (Xîwanî ya Kuwêtê) ve tê avakirin da ku malbatên biyanî lê werin bichkirin. Di gund de 300 mal, mizgeftek, dibistanek, navendeke tenduristiyê û peymangeheke ezberkirina Qurannê hene.

Dewleta Tirk li herêmên sînorî yên di navbera Efrîn û Tirkiyê de, her wiha gundên Sorkê yên navçeya Raco, nêzê gundên Dêr Belût û Mihemediyê û navçeya Cindirêsê gelek kampên mêtîngeriyê ava kirin.

/kr/uploads/files/2021/09/17/194047_-.webp

Avahiyên mêtîngeriyê li navçeya Şiyê li nêzî mefreqa gundê Qermitiq, li Cindirês li girê Cindirêsê, li ser rêya gundên Yelanqoz û gundên Derbelût, Qolka, Dîwana Jêrîn û Jorîn û Îska û Celeme tên lêkirin. Li bajarê Efrînê avahî li taxa Mehmûdiyê li ser rêya Raco, gundên Xalitka, Dêr Mişmiş û Baslhaya tên avakirin.

Her wiha avahiyên mêtîngeriyê li bajarokê Meydan Îkbis ê navçeya Raco û li Şêra li gundên Baflûn ên êzidiyan tên avakirin. Li navçeya Bilbilê jî 7 kampên mêtîngiyê hene ku piraniya niştecihên wê Kurd in û hatine koçberkirin, rê nayê dayîn ku vegerin malên xwe. Li navçeya Şêrawayê komelgeheke mêtîngeriyê b navê "Besma" ji aliyê komeleya "Eyadî Beyda" û "Eyş Bîkerama" ve tê avakirin.

Li Efîrnê jî avahiyên ku hatin lêkirin, li Çiyayê Şewatê, Komelgeha Afraza û Baflûnê ne.

'AVAKIRINA AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ KAREKÎ NE REWA YE'

Li ser mijarê parêzer Mistefa Şêx Muslim got: "Avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bajarekî ku di ne di bin serweriya şêniyên wê de be, lê din bin serweriya hêzên dagirker de be, karekî ne rewa û ne qanûnî ye. Ji ber ku di esas de hebûna hêzên ku van avahiyan lê dikin ne rewa ye ji ber ku herêm dagir kirine.

Ji ber her hêzeke ku bêyî erêkirina şêniyên wê derbasî herêmekê bibe li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî û gelek qanûnên navneteweyî dagirkerî ye."

Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku armanca avakirina avahiyên mêtîngeriyê guhertina demografiya herêmê bi rêya anîna hejmarek mezin ji niştecihên herêmên din û bicihkirina wan li herêmên dagirkerî ye.

Şêx Muslim bal kişand ser rola Kuwêtê di xurtkirina dagirkeriyê de û wiha pê de çû: "Wekî ku di ragihandinê de tê gotin, ev proje bi finansekirina Kuwêtê pêk tên, armanc jê ew e ku pirsgirêkan di navbera niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin û yên ku hatin bicihkirin de çêbibe. Gerek li şûna vê yekê garantî ji bo şêniyên herêmê yên resen were dayîn da ku vegerin herêmên xwe û tu kes li malên wan neyên bicihkirin û milkên wan neyên desteserkirn. Ev proje xizmeta hêzên dagirker tenê dike."

QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ HERAM DIKIN

Derbarê aliyê qanûnî yê avakirina avahiyên mêtîngeriyê de, parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî gelek madeyên peymana Lahay û Cinêv 4 avakirina avahiyên mêtîngeriyê heram dike ji ber ku dagirkeriyê xurt dike.

Li gorî madeya 46`an a peymana Lahay ya sala 1907'an, nabe dewleteke dagirker milkên taybet desteser bike, her wiha li gorî madeya 55`an a heman peymanê dewleta Tirk di asta rêveberên erdan li herêmên dagirkerî ye û divê mîna milkên taybet nêzî milkên bajar bibe.

Di madeya 46'an  de peymana Cinêvê ya sala 1949'an, mafên desthilata dagirker nîne ku welatiyên herêmên ku dagir kiriye veguhezîne cihekî din û nabe demografiya herêmê biguhere. Her wiha li gorî madeya 53'an a peymanê, mafên hêzên dagirker tune ye ku mikên kesayetî an koman, an ferdan an dewletê li herêmên dagirkerî wêran bike.

'DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TEVGEREKE QANÛNÎ WERE PÊKANÎN'

Parêzer bi domdarî got: "Li gorî rêgezên qanûnî em dikarin bêjin ku avahiyên mêtîngeriyê yên ku li Efrînê têne avakirin û roj bi roj têne berfirehkirin li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ne. Li ser vê yekê hemû komele û rêxistinên hiqûqî û kurdên li tevahî cîhanê di radeya yekemîn de tevgereke qanûnî bikin ku avakirina van avahiyan û guhertina demgorafîk yên li tevahî herêman heram bikin û dosyaya Efrînê bilivînin."

Her wiha diyar kir ku ji bingehê van madeyan dikarin parlementoya Ewropa, komîteyên mafên mirovan û Dadgeha Navneteweyî muxateb bikin da ku li hemberî dagirkerî, avahiyên mêtîngeriyê û guhertina demgorafî ya li herêmên dagirkerî bikevin tevgerê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FvCpNi8HR3U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>