Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan bi lîstokên jinan berdewam dike

Bi diruşma " Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin", Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê di roja xwe ya duyemîn de bi lîstokên jinan berdewam dike.

Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan bi lîstokên jinan berdewam dike
17 îlon, 2021   16:52
KOBANÊ

Mîhrîcana ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate orgenîzekirin, di roja duyemîn de berdewam dike.

Mîhrîcan li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê û yarîgeha "Dostaniya Kobanê û Norwêcê Hejmara 1" bi beşdarbûna 7 tîmên werzîşê yên ji bajarên Kobanê li dar ket.

Mîhrîcanê bi lîstokên tenîs, paşê şetrenc dest pê kir. Koma Minbic a Tekwando jî lîska tekwando pêşkêş kir.

Dûvre lîstika tûrikî, pêşbaziya hêk hilgirtinê û pêşbaziya bisîkletê hate lîstin.

Her wiha di mîhrîcanê de lîska tenîs û futbolê hate pêşkêşkirin.

Tevahiya beşdarên werzîşê jinên ciwan bûn.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qA3wRjg7B9o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>