Cenazeyê şehîd Şukrî Serhed bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin

Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku di êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de şehîd bû, bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Şukrî Serhed bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
17 îlon, 2021   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Cenazeyê şehîd Şukrî Serhed ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî, bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar. Li gel belavbûna agahiya şehadeta Şukrî Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helebce û gelek navçeyên wan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn. Bi hezaran kesan piştre cenazeyê şehîd Şukrî Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar birin.

Girseya ku bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz dikin, li ber pirdê cenaze li ambulansê siwar kir û bi karwanek ku ji sedan wesayitan pêk dihat  ber bi Goristana Şehîdan a li Binarê Qendîlê ve bi rê xistin.

Karwanê cenaze, li navçeya Sengeser, ji aliyê sedan kesên ku ji Ranya, Sengeser û Qeladizê hatine ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Cenaze li  Goristana Şehîd Mehmet Karasungur bi merasîmek bi heyber hate oxirkirin.

Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di dema merasîmê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bimre Xiyanet” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.

 ‘BI RIHÊ APOYÎ TÊKOŞÎN KIR’

Li Goristana Şehîd Mehmet Karasungur merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê Ebdulwehab Ehmed daxuyanî xwend û got: “Heval Şukrî zêdetirî 40 salane tevlî têkoşîna PKK’ê bûye û di vê demê de ked û têkoşînek mezin pêşkêş kiriye. Timî bi rihê têkoşîna Apoyî têkoşîn kiriye.”

 ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Di daxuyaniyê de êrişa li ser Şehîd Şukrî Serhed bi tundî tê şermezarkirin û wiha didome: “Divê dijmin baş bizanibe, xwîna şehîd Şukrî li erdê namîne. Em ê têkoşîna ku Şehîd Şukrî di nava 40 salan de kirî mezintir û zêdetir bikin."

PEYAMA BERDEWAMKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Di merasîmê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Ebdullah axivî û berpirsê şehîdkirina Şukrî Serhed xiste stûyê rêveberên Başûrê Kurdistanê û got: “Başûrê Kurdistanê bi saya vê desthilatê bûye meydana terorê, şehîdkirina têkoşeran û tewanên dagirkeran.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Şukrî Serhed spartin axê. Piştî veşartina cenaze kesên tevlî merasîmê bûne destê xwe danîn li ser dilê xwe û peyama berdewamkirina  têkoşîn û xebata şehîd Şukrî Serhed dan.