​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 283 kesên din bi Koronyê ketin û 7 kesên din mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmên rêveberiyê 283 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketin û 7 pêketiyên din mirin.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 283 kesên din bi Koronyê ketin û 7 kesên din mirin
17 îlon, 2021   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên mirine; 3 mêr ji Hesekê, du mêr û jinek ji Qamişlo û jinek ji Minbicê ne.

Dr Ciwan Mistefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 283 kesên din vîrusê ketine, 153 mêr, 130 jin in û li van herêman ne:

Hesekê: 62

Qamişlo: 73

Dêrikê: 47

Rimêlan: 3

Girkê Legê: 1

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 9

Kobanê: 13

Reqa: 50

Tebqa: 7

Dêrazor: 15

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 24 hezar û 247 kes bi vîrusê ketine, ji wan 831 kesî jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 42 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA