'Divê gelê Başûr siyasetên PDK'ê teşhîr bikin'

Siyasetmedarên Kurd siyasetên PDK'ê û tevkariya wê bi dewleta Tirk re şeremzar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir siyasetên PDK'ê teşhîr bikin.

'Divê gelê Başûr siyasetên PDK'ê teşhîr bikin'
17 îlon, 2021   00:40
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

PDK'ê li gel artêşa Tirk a dagirker beşdarî êrişên dagirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Meydayê dibe û di eniyên şer ên li dijî gerîlayên azadiyê de cih digire. Lê ev yek di dîroka wê de ne tiştekî nû ye. Ji ber ku dîroka wê bi xiyaneta li gelê Kurd dagirtî ye.

'PDK'Ê NÛNERTIYA XETA XIYANET Û AJANTIYÊ DIKE'

Li ser vê yekê yekê siyasetmedarên Kurd nerazîbûn nîşanî ajantî û xiyaneta PDK'ê dan.

/kr/uploads/files/2021/09/16/201925_-.webp

Serokê Nivîsgeha Partiya Komarê ya Kurdistanê ya Hesekê Mihemed Ehmed got: "PDK'ê ku ajantiyê dike û xayintiyê li kurdan dike hewl dide şerê fikirê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike. Ev tevger bi exlaqê xwe nûnertiya neteweya Kurdistanê dike."

Ehmed destnîşan kir ku siyasetên PDK'ê yên piştevaniya dagirkeriya Tirk a Osmanî nîşaneya xiyaneta wê ya mezin li tevahî gelê Kurd di serî de gelê Başûrê Kurdistanê ye  û got, ev xiyanet dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Ehmed gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê hişyar kir û got: "Nehêle destkeftiyên ku bi fedekariyan hatine bidestixstin ji ber siyasetên qirêj ên Mesûd Barzanî û partiya wî PDK'ê winda bibin."

'PDK'Ê SIYASETÊN DIJMINÊN KURDAN DIMEŞÎNE'

/kr/uploads/files/2021/09/16/201905_-.webp

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso anî ziman ku siyasetên ku PDK'ê dimeşîne nîşan dide ku berspektîfên xwe ji derve digire û tu armancên wê yên ku bikevin xizmeta kurdan de tune ne, berovajî vê xiyanetê li kurdan dike.

Oso bi domdarî got: "Em hemû dizanin ku PDK'ê bi dijminên gelê Kurd re kar dike, rojane komkujî û binpêkirinan li dijî gelê Kurd pêk tîne. Têkilyên PDK'ê yên li ser bingehê dagirkirina Kurdistanê û qirkirina kurdan heya roja me ya îro berdewam in."

'PDK'Ê BI PIŞTEVANIYA TIRKIYÊ MILÎŞAN LI DIJÎ GERÎLA AVA DIKE'

Têkildarî beşdarbûna PDK'ê di êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê  de Ebdulxenî Oso wiha got: "Avakirina milîsên taybet bi PDK'ê yan ku Partiya Demokrat a Erdoganê osmanî û bi navê kurdî de û perwerdekirina wan ji aliyê Tirkiyê ve ji bo şerê li dijî HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye."

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG'ê ya 4'ê Îlonê, hêzên gerîla li herêma Xelîfanê êrişî komeke ji 7 gerîlayan kir û ew şehîd xistin.

Ehmed li ser vê yekê da zanîn ku PDK'ê ev milîs ji bo pêkanîna siyasetên dewleta Tirk a dagirker ava kir û got: "Ev xiyanet e û delîlekî din ê mayîna PDK'ê di çirava xiyanetê de ye."

'DIVÊ XELKÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SIYASETÊN PDK'Ê TEŞHÎR BIKIN'

Siyasetmedarên Kurd bang li partiyên siyasî yên  Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kir ku siyasetên PDK, bi taybet ên malbata Barzanî teşhîr bikin.

Her wiha bang li gelê Kurd kir li hemberî siyasetên faşîzmê xwepêşandanan li ber avahiyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî li dar bixin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-1Xqtb6AGcM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>