Serçeteyekî DAIŞ`ê li Çolistana Mezin hate kuştin

Emmanuel Macron duh êvarê ragihand ku hêzên Fransayê serçeteyekî  DAIŞ`ê Ednan Ebû Welîd Sehrawî li herêma Çolistana Mezin, kuştiye.

Serçeteyekî DAIŞ`ê li Çolistana Mezin hate kuştin
16 îlon, 2021   07:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êvara çarşemê ragihand ku hêzên welatî wî serçeteyê DAIŞ`ê yê li Çolistana Mezin (Sahara) Ednan Ebû Welîd Sehrawî kuştiye.

Macron bi rêya hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Serçeteyê DAIŞ`ê li ser destê hêzên Fransayê hat kuştin. Ev serkeftineke din di şerê me yê li diîj komên terorîst li herêma beravê de ye.”

Li Çolistana Mezin piraniya êrişên li dijî sêgoşeya sînorê di navbera Malî, Nîjer û Borkîna Fasoyê de, ji aliyê DAIŞ`ê ve pêk tên.

(cx)