​​​​​​​Pêkhateyên Til Temirê: Em xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin

Pêkhateyên Til Temirê diyar kir ku dagirkeriya Tirk armanc dike herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û diyar kir ku xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin.

​​​​​​​Pêkhateyên Til Temirê: Em xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin
16 îlon, 2021   07:15
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 19`ê Cotmeha 2019`an ve êrişî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa dikin û peymana agirbestê binpê dikin.

Di mehên dawîn de navçeyên navborî bi awayekî rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin, nexasim gundên sivîlan ên nêzî herêmên dagirkirî.

Ruxmî topbarana bêserûber a li dijî gundên navçeya Til Temirê ya rojhilatê bajarê Hesekê jî ku bi sivîlan dagirtî ne, şêniyên wan gundan bi israr in ku li gundên xwe û navenda navçeyê bimînin û dibêjin ku ew axa xwe ji dagirkeran re nahêlin.

Ebdulrehman Hisên ê Kurd têkildarî êrişan wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn de êrişên li ser herêma Til Temirê zêde kirine.”

Hisên destnîşan kir ku êriş piştî hevdîtinên îstixbaratî yên di navbera rejîma Sûriyê û dewleta Tirk de êriş zêde bûn û wiha domand: “Dewleta Tirk ew yek bi rêya daxuyaniyên xwe piştrast kir. Ev nîşan dide ku hevdîtin li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.”

Hisên her wiha piştrast kir ku armanc ji êrişan koçberkirina şêniyên herêmê ye û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e û diyar kir ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin û got: “Em li vir in, em ê li vir bin. Ruxmî topbaranê jî em jiyana xwe ya asayî didomînin, bila nameyek be ji dagirkeriya Tirk re ku em ê li ser xaka xwe bimînin.”

Fîlde Sîmon a ji pêkhateya Asûrî jî diyar kir ku êriş dubarekirina senaryoya 2015`an e, dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmê kir û got: “Hewl didin Asûrên li herêmê mane bidin koçberkirin. Em êdî her roj bi dengê top û guleyan şiyar dibin.”

Fîlde diyar kir ku ew li ser xaka xwe ne û dê dev jê bernedin û wiha lê zêde kir: “Rojane êrişî herêmê dikin, em jiyana xwe didomînin. Ez dixwazim zarokên min li ser xaka xwe mezin bibin. Em ji vir dernakevin.”

Welatiyê ji pêkhateya Ereb ê bi navê Mihemed Xidir jî dibêje ku êrişên li dijî herêmê, êrişên bêserûber in û cudahiyê naxin navbera pêkhateyên herêmê de. Her wiha wekî şerê li dijî hemû welatiyên Sûriyê bi nav kir û piştrast kir ku pêkhateyên herêmê wê li ser axa xwe bimînin.

Xidir got: “Wek şêniyên herêmê em ê li ber xwe bidin û em ê bimînin. Dijminê me di êrişan de cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. Em ê girêdayî gund û herêmên xwe bin û em dev jê bernadin. Dibe ku ji ber topbarana bêserûber em çend saetan ji malên xwe derkevin, lê belê em ê gund û herêmên xwe vala nehêlin.”

(cx)

ANHA