Bertekên koçberên Efrînê li hemberî biryara UNICEF'ê dewam dikin

Koçberên Efrînê diyar kirin ku tevî ku UNICEF bertekên şêniyan ên li hemberî kêmkirina ava vexwarinê paşguh dike jî, lê berxwedana wan berdewam e. Şêniyan biryara UNICEF`ê bi neheqiyê bi nav kir.

Bertekên koçberên Efrînê li hemberî biryara UNICEF'ê dewam dikin
16 îlon, 2021   06:43
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Piştî koçberkirina şêniyên Efrînê berî zêdetirî 3 salan, UNICEF'ê depoyên ava vexwarinê li ser rêyên sereke û şaxî yên gund û navçeyên kantona Şehbayê danîn, da ku şênî pêdiviya xwe ji ava vexwarinê peyda bikin nexasim ku ava bîrên li herêmê nayê vexwarin.

UNICEF`ê zêdetirî 2 hezar û 400 metrekab ava vexwarinê ji herêmê re peyda dikir. Lê ji 11`ê Tîrmehê ve di encama zexta hikumeta Şamê de ev miqdar kêm kir û tenê hezar metrekab ava vexwarinê ji herêmê re peyda dike. Ji ber vê yekê 38 gund, 3 navçeyên mezin û 80 hezar şênî ji avê mehrûm bûn.

Di encama biryara UNICEF'ê de koçber û xebatkarên ku avê belav dikin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. Ji bo ku av ji şêniyan re were peydakirin, saetên kar ên karmendên avê zêde bû û gihaşt 17 saetan.

Ev biryar di nava koçberan de hate rexnekirin û wekî xizmetek ji dagirkeriya Tirk re hate dîtin ku dixwaze berxwedana koçberên li kantona Şehabayê têk bibe.

Yek ji rêveberên Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Mihemed Elo piştrast kir ku biryara UNICEF`ê ya ji nişke ve û hemwextî bilindbûna pileyên germahiyê hat dayîn û wiha domand: “Ev yek rewşa li kantonê xirabtir dike. Ji ber wê şaredarî neçar ma saetên kar zêde bike û avê ji bîrên li kantona Şehbayê bîne û xezanan dagire.”

Der barê zehmetiyên derxistina avê ji bîran de, Elo got: “Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li ser Şehbayê ferz dike, em gelek zehmetiyan dikişîne ta ku avê bigihînin herêmê. Bi taybet madeya mazotê ku ji bo xebitandina hilmijên avê û sahirîcan pêwîst e.”

Elo di dawiya axaftina xwe de bang li UNICEF'ê kir ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike û wekî berê avê ji koçberan re peyda bike û piştgiriya wan bike.

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê, bi rêya daxuyaniyekê di 15'ê Tîrmehê de, kêmkirina rêjeya avê ji koçberên Efrînê re ji aliyê UNICEF'ê ve şermezar kiribû, her wiha bang li rêxistina UNICEF'ê kiribû ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

Îlfet Berko ya li Kampa Serdem dimîne jî biryara UNICEF'ê bi neheqiyê bi nav kir, nexasim li gel germahiya îsal ya zêde, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, dorpêçe ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz dike, tê. Her wiha piştrast kir ku ruxmî vê neheqiyê jî, lê berxwedana wan berdewam e.

Elî Hemo jî biryara UNICEF`ê ya kêmkirina miqdara avê ji ser koçberên Efrînê şermezar kir û got ku ev biryar nakeve xizmeta berxwedana şêniyên Efrînê. Hemo her wiha bang li UNICEF`ê kirk u ji biryara xwe paşde vekişe û got: “Ev biryar xizmeta mirovahiyê nake.”

(dx)

ANHA