7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn

7 beşdar derbasî qonaxa sêyemîn a Mîhîrcana 3’yemîn a Hawar a Stranan a bi diruşma "Çanda resen vedenga serdemê ye" bûn.

7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
7 beşdar derbasî qonaxa dawî ya mîhrîcana Hawar bûn
15 îlon, 2021   18:23
ŞEHBA

Di mîhrîcana li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê de hatiye lidarxistin, Tevgera Çand û Hunerê ya Reqayê û bi sedan şênî beşdar bûn.

Îro çalakiyên roja duyemîn ji merheleya duyemîn a Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan bi pêşkêşkirina stranên 6 beşdaran li dar ketin.

Duh jî beşdaran stranên xwe yên folklore efrînî gotin û ji hêla komîteya nirxandina mîhrîcanê ve gelekî hat pêşwazkirin.

Piştî tevahî beşdaran stranên xwe gotin, komên Tevgera Çand û Hunerê ya Reqayê hin stranên kurdî û erebî û şoreşgerî gotin.

Piştî komên Tevgera Çand û Hunerê stranên xwe bi dawî kirin, komîteya nirxandinê  7 kes ji bo merheleya sêyemîn vebijartin û wiha ne; Mistefa Şêxo, Zêrîn Îbiş, Mêrvan Zîbar, Ehmed Birîm, Îbrahîm Ebdo, Ferîde Tarî û Serhed Seydo.

Çalakiyên Mîhrîcana Hawarê di 20’ê vê Îlonê ve bi dawî dibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wmLZNGc9i54" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>