Li asîmanê Kobanê tevgera firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk heye

Firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li asîmana bajarê Kobanê yê herêma Firatê digere.

Li asîmanê Kobanê tevgera firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk heye
15 îlon, 2021   17:11
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, firokeyeke bêpîlot a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê digere. Her wiha îro piştî nîvro jî li rojavayê bajêr digeriya.

Demeke berê firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker êrişî Kobanê û gundewarê wê kiribûn û di endamê de gelek sivîl şehîd bûbûn.

(şx)

ANHA