​​​​​​​Dewleta Tirk ji duh ve gundê Um Edesê topbaran dike

Ji duh êvarê ve dewleta Tirk a dagirker gundê Um Edesê yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran dike. Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku bi dehan top li gund ketine.

​​​​​​​Dewleta Tirk ji duh ve gundê Um Edesê topbaran dike
14 îlon, 2021   11:14
MINBIC

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji duh ve gund tê topbarankirin.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî gund dike hedef.

Navendê diyar kir ku ji ber topbaranê gelek zirar gihaştiye malên sivîlan û heta niha 50 hewan û 12 top li gund ketine.

(şx)

ANHA