Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê hewl dide rêzexebatên xizmetguzariyê pêk bîne. Li aliyekî din Şaredariya Tenûriye dest bi zîftkirina rêyekê kir. Hemwextî wê Şaredariya Mistafewiyê ya kantona Qamişloyê hewl dide beriya zivistanê gelek projeyan pêk bîne.

Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
Hewldanên şaredariyan ên bidawîkirina xebatên xizmetguzariyê beriya zivistanê
14 îlon, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Şaredariya Gel bi hevkariya Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê amadekariya destpêkirina projeya sererastkirina stasyonên avê yên Cebse û Sîna bi lêçûna 50 hezar dolarî dike. Di vê projeyê de şaredarî dê gelek bîran bikole, amûrên parzûnkirinê yên nû bi cih bike û kehrebeyê bigihîne stasyonan. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku av bigihêje şêniyên navçeyê.

Her wiha şaredarî di çarçoveya plansaziyê de dê ji sedî 70 kolanên navçeyê ronî bike. Torên kanalîzasyonê yên taxa Tewasûyeya Başûr bi dirêjahiya hezar û 500 metreyî û hezar û 200 metreyî li taxên din sererast bike.

Li gorî hevserokê Şaredariya Şedadê Mihemed El-Salih şaredarî dê rêya Kaniye ya li têketina navçeyê zîft bike.

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarokê Tenûriye ya rojhilatê Qamişloyê dest bi zîftkirina rêya di navbera bajarok û gundê Dekşûriye de ya bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metreyan kir.

Li aliyekî din li ser giliya şêniyan ku rê ne baş in, şaredarî bi hemû hêza xwe dixebite da ku xebatên zîftkirina rêyan beriya zivistanê bi dawî bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tenûriye Ebdulmelêk Abdullah diyar kir ku lêçûna vê projeyê 11 hezar dolar e. Her wiha destnîşan kir ku di plansaziya wan de projeyek ji bo dirêjkirina torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 270 metreyan û restorekirina rêyên gund hene.

Li gundê Mistefawiye jî ku girêdayî navçeya Girkê Legê ye, şaredarî hewl dide projeyên xwe beriya zivistanê bi dawî bike, bi taybet projeyên sererastkirina rêyan. Li gorî rayedaran, hindik maye projeya zîftkirina rêya di navbera gundê Mistefawiye û gundê Til Ceman de ya bi dirêjahiya 3 hezar û 700 metreyî û bi lêçûna 16 hezar dolarî bi dawî bibe.

24 gund girêdayî Şaredariya Gel a Mistefawiye ne. Şaredariyê li gundên Kerqehfik, Kortiyan û Dogirka projeyên kanalîzasyonê, sererastkirina torên avê, li gundên Dogirka, Mistefawiye, Girê Dêra û Til Cemanê pêk anîn. Her wiha hilmija avê (xetas) ya bîreke gundê Dogirka bi hevkariya şêniyên gund bi lêçûna 600 hezar lîreyên Sûriyê sererast kir.

Şaredariya Mistefawiye hewl dide piran li rêya di navbera Mistefawiye û Kortiyan de ava bike da ku di zivistanê de ava baranê kom nebe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jI6yJhG4qWY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>