Şaredara Reqayê Leyla Mistefa ‘Xelata Şaredara Cîhanê’ wergirt

Şaredara Reqayê Leyla Mistefa hêjayî Xelata Şaredara/ê Cîhanê hate dîtin. Li gel Leyla Mistefa 8 şaredarên din jî îsal hêjayî xelatê hatin dîtin.

Şaredara Reqayê Leyla Mistefa ‘Xelata Şaredara Cîhanê’ wergirt
14 îlon, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji bo xelatên îsal ên Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) ji deverên cuda yên cîhanê 9 şaredar hatin hilbijartin ku di nava wan de şaredara Reqayê Leyla Mistefa jî heye.

Di daxuyaniya de komîteya xelatê de hate gotin: "Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê ji şaredara Reqayê ya Sûriyê Leyla Mistefa re hate dayîn, ji ber hewldanên xwe yên ji nû ve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAIŞ'ê."

Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) her sal li gorî karên şaredaran tê dayîn. Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, tevkariya wan li bajaran ên di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.