Koma mûzîkê ya Mîhrîcana Hawar kedeke mezin dide

Koma mûzîkê ya ku bi beşdarên Mîhrîcana Hawar 3'yemîn re derdikeve, kedeke mezin dide û hewl dide pêşandanên herî xweş ji beşdaran re pêşkêş bike.

Koma mûzîkê ya Mîhrîcana Hawar kedeke mezin dide
14 îlon, 2021   05:45
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Koma amûrên mûzîkê ji 10 mûzîkvanan pêk tê; tembûrvan Mihemed Bilko û Elî Şewket, Ebdo Osman li ûdê dixe, Fuad Berazî li orgê dixe, Fewzî Hemzî li kemanê dixe, Xemgîn Reşo û Rênas Ixtiyar daholvan in, Rêzan Îsmaîl û Lava Seydo û Bihar Silêman jî li erbanê dixin.

Piraniya endamên komê, endamên Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrînê ne û xwedî tecrube ne.

Kom ji beriya du mehan ve dixebite da ku stranên beşdarên mîhrîcanê amade bike. Di meha borî de rojane prova dikirin da ku awazên stranan ezber bikin.

Li gorî endamên komê, qonaxa yekemîn a herî dijwar bû ji ber ku 21 stran amade kirin û ritmên wan stranan ji hev cuda bûn.

Endamên komê li gelek amûrên mûzîkê didan, her wiha alîkariya beşdaran dikirin ku peyvên stranan û ritmên wan ezber bikin.

Endamê koma mûzîkê Fûad Berazî têkildarî karê komê ji ajansa me re axivî û got: “Em alîkariyê didin beşdarên mîhrîcanê ku peyvên stranê û ritmên wê ezber bikin. Ji beriya du mehan ve em bi beşdarên mîhrîcanê re proveyan dikin. »

Berazî destnîşan kir ku qonaxa yekemîn gelek dijwar bû û wiha got: “Di qonaxa yekemîn de zext li ser me pir bû. Me awazên 21 stranan ezber kirin. Niha di qonaxa duyemîn de em stranên gelêrî amade dikin. Me ritm hazir kirin. Stranên ku dê werin pêşkêşkirin dê ji ritmên wê yên bingehîn cudatir werin pêşkêşkirin. Ji bo ku stran li ser beşdarên mîhrcanê hêsan be.”

Tembûrvan û endamê rêveber ê komê Mihemed Bilko jî behsa kar û xebatên komê kir û got: “Di du mehên derbasbûyî de karê me giran bû. Heta niha jî zext heye.”

Bilko destnîşan kir ku li cem hinek beşdarvanên mîhrîcanê kêmasî hene ji ber ku cara yekemîn e beşdarî mîhrîcanê dibin û wiha domand: “Koordîne di navbera mûzîkvanan de baş e, kêmasî di vî warî de tune ye, lê hinek caran kêmasî li cem beşdarvanan derdikevin. Ji ber ku piraniya wan cara yekemîn e tev li mîhrîcanê dibin. Ev kêmasî bi perwerdeya domdar tên derbaskirin. Em hewl didin beşdarvanan ji bo derketina ser dikê hazir bikin.”

Têkildarî qonaxa sêyemîn a mîhrîcanê Bilko got: “Ev qonaxa sêyemîn wê ya herî dijwar be, ji ber ku stranên werin pêşkêşkirin dê xwedî ritmên cuda bin. Pêşkêşkirina wan jî cuda ye. Di vê qonaxê de wê kesên serkeftî werin diyarkirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bZoEh2r34YM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>