​​​​​​​Nakokiya dewleta Tirk a siyaseta derve; namûs!

​​​​​​​Nakokiya dewleta Tirk a siyaseta derve; namûs!
14 îlon, 2021   06:50

HALÎT ERMÎŞ

Êrişên dewleta Tirk ên li herêmê dewam dikin. Ji krîza 2011'an ve pirsek heye ku kes bi hêsanî nikare bersivê bidê.

Ya rast, pirs ew çend bê bersiv e ku heta niha her kesî dikişîne nava şer. Dewlet Tirk di ser rêxistinên wekîl re êrişên xwe yên dagirkeriyê li dijî herêmê didomîne, bêyî ku haya wê jê hebe ku ev pirsa bersiva wê nexuya, dê jê re çi bîne.

Lê belê bersiva vê pirsî di nava pirsê bi xwe de veşartî ye.

Bersiv ev e, komara ku li ser qirkirina gelan ava bû, gav bi gav bi AKP'ê re ket nava yekdestiya zîhniyeta selefî. Bermahiyên demokrasiyê jî ji holê rakirin. Bi rêya rêxistinên çete gel hatin qetilkirin. Dema ku guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koçberkirin û komkujiyan kirin, lê demografiya Tirkiyê jî hate guhertin. Çeteyên ku ji Efganistanê hatin derxistin, ew yek zêdetir piştrst kir.

Ji ber vê yekê, domana vê rêgehê gav bi gav encama xwe jî diyar dike.

Siyaseta Tirkiyê, di nava van salan de her tim şikest xwarine. Her kes wek dijmin an jî dost dihatin hesibandin. Lê belê êdî li holê dost nemane. Bêhevsengiya polîtîkaya derve ya welatekî ku ji aliyê partiyekê ve li ser derew û sextekariyê hatiye avakirin, şerê desthilatê yên li nava partiyê, dizîtiya li nava welêt û bertîlê jî nîşan dide.

Li herêmê û heta li cîhanê kes bi desthilata AKP'ê bawer nake ku bi serkêşiya dîktatorekî mîna Erdogan e. Her kes têkiliyan pê re çêdike, lê cewhera vê têkiliyê ji ber berjewendiyên dewletan e.

Li welêt kesekî ku baweriya xwe pê bîne, tune ye. Kesên li dora wê dibin perwane, di rastiyê de yan dibin qurbaniyên feraseta sexte yan dixwazin ji pasteya bixîn pariyekê bigirin.

Tiştek heye ku kirine ku her kes wekî rastiyeke giştî qebûl bike û di van demên dawî de her kes behsa vê yekê dike.

Radibin û rûdinin dibêjin sînor namûs e.

Hişê ku sînorê xwe wek namûs dibîne, sînorên kesên din dike kolander, lewma jî ev dibe bênamûsî.

Ji ber ku sînorê yekî din ji bo wî namûs e.

Herî zêde dewleta Tirk binpêkirinên li ser sînor pêk tîne. Madem sînor namûs e, çi heqê we heye ku sînorê Sûriye-Iraqê anku sînorên Rojava û Başûrê Kursitanê ev qas binpê bikin?

Dema ku hûn ew qas sînoran binpê dikin, hûn bi derbaskirina sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê, bênamûsiyê nakin?

Ya rast, tişta ku hûn dikin, tam ev e. Heke sînor rûmet be, wê demê hûn bênamûsên herî mezin in ku dest dirêjî namûsa hinekên din dikin. Ji ber ku hûn ne tenê sînoran binpê dikin. Her wiha hûn di nav wan sînoran de her cure talan, dizî, tacîz, tecawiz û îşkenceyê jî dikin.

Tekane zimanê ku hûn jê fêm bikin, ev e û heta ku hûn hebin, dê rûyê we reş be.

Selahattîn Demîrtaş der barê we de tiştek gotibû; hûn bi pereyê xwe xwe rezil dikin. Niha bi hûn bi argûmanên xwe rûreş dibin, bê namûs dibim. Helbet heke namûseke we hebe.

Heke siberojê ew dewletên ku we sînorên wan kirine kolander, rabin û bi heman awayî bersiva we bidin, dê çi be?