ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2021
13 îlon, 2021   23:00

- Hevdîtina di navbera serokê îstîxbarata hikumeta Şamê û serokê MÎT’a Tirk li Bexdayê de rojeva dezgehên çapemeniyê ye. Di heman çarçoveyê de lêkolînerê têkildarî karûbarên dewleta Tirk Dr. Mihemed Nûredîn texmîn nake ku di vê demê de civîn were lidarxistin û got, di asta yekemîn de Kurd hedefa van hevdîtinan in. (BI WÊNE).

- Nivîskaran bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û got “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û tenê bi têkoşîna topyekûn di asta herêmî û gerdûnî de dikare were têkbirin û ji bo vê jî divê li her derê berxwedan hebe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kêmek Dera ji dîmena Sûriyê winda dibe, piştre ji nû ve vedigere, ji nakokiya li ser serweriyê ya di navbear Îran û Rûsyayê de ber bi hewldana jinûve serweriya hêzên hikumeta Şamê û vekirina dergehan bi Urdinê re. Dera kir xeta gihandina gazê ji Misirê ber bi Lubnanê ve. Ev tê wateya ku Moskovê li meşrûiyet û îtîrafkirinekê  wergire. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Di salvegera yekemîn a pêngava “Dem Dema Azadiyê ye’ de hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger hemle nirxand û got “Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo gelan pêngaveke dîrokî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

-“Ditirsim beriya rizgarkirina Efrînê şehîd bibin.” Sosin Bîrhat bi çend saetan beriya ku şehîd bibe, vê gotinê dibêje. Soza ku şehîd Sosin daye, veguherî soza tevahî gelê Kurd. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Welatiyên Lubnanê hêviyên mezin ji hikumeta nû ya bi serokatiya Necîb Mîqatî dikin. Lê belê ji ber aloziyên li welêt, binketina pereyê Lubnanê, zêdebûna bêkarî û xizaniyê, metirsî ji binkeftina wê hikumetê jî hene. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Koma amûrên mûzîkê ku bi beşdarên Mîhrîcana Hawar 3'yemîn re derdikeve, kedeke mezin dide û kom bi pisporiya xwe hewl dide xebatên herî hêja ji beşdaran re pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA