Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Oclan re serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Oclan re serî li dozgeriyê da
13 îlon, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.