​​​​​​​Meclisa kantona Şehbayê êriş û dorpêça li ser kantonê şermezar kirin

Meclisa Kantona Şehbayê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye, şermezar kirin û destnîşan kir ku ew dixwazin gel tengav bikin û herêmê vala bikin.

​​​​​​​Meclisa kantona Şehbayê êriş û dorpêça li ser kantonê şermezar kirin
13 îlon, 2021   09:15
ŞEHBA

Meclisa Kantona Şehbayê îro daxuyaniyek da raya giştî. Bi beşdarbûna endamên meclisê endamê meclisê Ehmed Hesen daxuyanî li navçeya Fafînê ya kantonê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk di vê dawiyê de êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Li ber çavên Amerîka û Rûsyayê bi awayekî domdar û bi çekên giran sivîl li herêma Şehbayê û herêmên rojhilatê Firatê, Til Temir, rêya navneteweyî (M4) kirin hedef.

Li rex wan êrişan jî operasyonekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, baregehên leşkerî lê ava dike, êrişî Şengal û Mexmûrê dike, fermandar û sembolên berxwedana Şengalê dike hedef. Van hemûyan bi armanca tunekirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên ku bi saya vîna gelan li Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, pêk tîne.

Dewleta Tirk ji bo zemîneke guncaw ji bo vejandina DAIŞ`ê ava bike, hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxe. Ev siyasetên wê hevsengî siyasetên berê yên hikumeta Şamê ye ku şêniyên Xûtayê û niha jî şêniyên Derayê ber bi bakurê Sûriyê ve rê dike û li gundên Kurdan ên girêdayî herêma Babê bi cih dike da ku siyaseta guhertina demografiyê ku hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi giştî pêk tînin, temam bibe. 

Armanca dorpêça li ser kantonê hatiye fezkirin û siyaseta dewleta Tirk a berdewamkirina êrişan ew e ku gel tengav bibe, herêm vala bibe û vîna gel bişike.

Em sûcên dewleta Tirk û kiryarên hikumeta Şamê şermezar dikin. Em bang li civaka navneateweyî, Rûsya û Amerîkayê dikin ku li hemberî van sûcan û siyaseta li dijî herêmê tê meşandin bisekinin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û mirovî dikin ku bi rola xwe rabin û azarên gelê me bi dawî bikin.”

Di dawiyê de beşdaran li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk slogan berz kirin.

 

(şx)

 

 

ANHA
 
<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ryIqwi7mmTk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>