Rejîma Îranê careke din Başûrê Kurdistanê topbaran kir

Dewleta Îranê carek din herêmên Berbizinan û Sîdekan ên Başûrê Kurdistanê, topbaran kirin.

Rejîma Îranê careke din Başûrê Kurdistanê topbaran kir
13 îlon, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê sibehê carek din dewleta Îranê herêmên Berbizinan û Sîdekan yên li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.

Derbarê mijarê de Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) daxuyaniyek nivîskî weşand. Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îran ragihand ku îro saet 08:00’an hêzên rejîma Îranê herêmên Berbizinan û Sîdekanê topbaran kirine.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Di êrişên rojên borî de rejîma Îranê 16 drone bikaranîn û zêdetirî 15 caran, Berbizinan topbaran kirine. Rojane balafirên bê mirov li ser asîmanê herêmê digerin. Di encama êrişan de, ziyanek mezin ya madî a xelkê sivîl çêbûye. Ti ziyanek canî çênebûye heya niha.”