ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 13-08-2021

ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 13-08-2021
12 îlon, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli da xuyakirin ku şewatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ji ber serdestiya desthilatê ya li xwezayê rû dane û got "Avakirina civaka ekolojîk a li dijî modernîteya kapîtalîst ku xwezayê talan dike, yekane rê ye ku wê hilweşandina xwezayê bisekinîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa PYD’ê ya kantona Kobanê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan. Her wiha got, digel tecrîdê tu çareserî li Rojhilata Navîn tune ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarê wê Ehmed Yûsif got: "Ciwanên ku hewl didin penaber bibin texmîn dikin ku dê asoyên jiyaneke nû ji wan re vebe, lê di rastiyê de penaberî enerjiya welatê wan têk dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê nêzî sînor diyar kir ku artêşa Tirk şerê taybet dide meşandin û wiha got: "Bi rêya vê siyasetê hewl dide herêmê ji niştecihên wê yê resen vala bike, ji lew re divê civak rêgeza xweparastinê xurt bike û piştgiriya hêzên leşkerî bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li gel sûc û aloziyên li herêmên dagirkirî, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina navên komên çete berdewam dikin. Çalakvanekî siyasî dibêje "Dewleta Tirk hewl de komên li bakurê Sûriyê tev li Heyet Terhrîr Şam bike û komeke leşkerî ya yekgirtî li tevahî herêmên ku dagirkirine ava bike." (BI WÊNE).

JIN

-Têkildarî tundiya li ser jinan, Meclisa Jinan a Sûriyê civîneke berfireh li hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Komîteya nirxandin ê ya Mîhrîcana 3`yemîn a Hawar a Stranan têkildarî kesên beşdarî mîhrîcanê bûne got: "Ev nifiş dikare parastina mîrate û folklorê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Akademisyen û analîzvanên Ereb got, divê dewletên Ereb bi lez li hember mêtingeriya Tirk eniyeke berxwedanê ya erebî ya gel ava bikin û peymana "Parastina Ereb a Hevbeş" were aktîvkirin. (BI WÊNE)

ANHA