Eniya Sûriya ya Rizgariyê sîwana nû ya komên çete ye

Li gel sûc û aloziyên li herêmên dagirkirî, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina navên komên çete berdewam dikin. Çalakvanekî siyasî dibêje "Dewleta Tirk hewl de komên li bakurê Sûriyê tev li Heyet Terhrîr Şam bike û komeke leşkerî ya yekgirtî li tevahî herêmên ku dagirkirine ava bike."

Eniya Sûriya ya Rizgariyê sîwana nû ya komên çete ye
13 îlon, 2021   02:08
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Roja pêncşmê hate ragihandin ku 5 komên çete yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin di bin sîwaneke leşkerî bi navê "Cebhet Sûriya Litehrîr" an ku "Eniya Sûriyê ya Rizgariyê" hatin birêxistinkirin. Li gel wê jî "Odeya Çalakiyan a Ezim" hate ragihandin.

Ev yek piştî rojekê ji serdana yekemîn a ji nişka ve ya wezîrê parastinê yê Tirk Hulûsî Akar ji bo herêmên bakurê Sûriyê yê dagirkirî bi taybet herêma Ezazê pêk hat. Li gorî çavkaniyên xwecihî Akar bi fermandarên komên çete re civiya.

Her wiha serdana Akar piştî çend saetan ji çalakiya bersivdayînê ya 7'ê Îlonê ya Meclisa Leşkerî ya Babê ya li hemberî baregeheke leşkerî ya dagirkeran pêk hat ku di encamê de 40 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û birîndar bûn. Ev çalakî li gundê Yaşlî yê nêzî Babê hate kirin.

ARMANCA AVAKIRINA ENIYA SÛRIYA YA RIZGARIYÊ

Cebhet Sûriya Litehrîr (Eniya Sûriyê ya Rizgariyê) niha ji 5 koman; Furqet El-Hemzat, Lîwa Sultan Silêman Şah, Furet El-Mutesem, Furqeya 20 û Siqûr El-Şemal pêk tê. Bingeha eniyê koma Silêman Şah û Hemzat in.

FURQET EL-HEMZAT

Furqet El-Hemzat 23'yê Nîsana 2016'an hate avakirin û bi çavdêriya îstîxbata Tirk 5 kom tev lê bûn. Navenda vê komê li bajarokê Marî yê gundewarê bakurê Helebê ye. Furqet El-Hemzat ji van koman pêk tê, Lîwan El-Hemze, Lîwa Zîqar, Lîwa Reed El-Şemal, Lîwa Mari El-Simûd, Lîwa Meham Xasa (Ekrên Taybet).

Bi destpêka sala 2016'an re Koalîsyona Navneteweyî bi rêya Tirkiyê desteka lojîstîk da vê komê, lê piştî çend mehan ev destek hate rawestandin, lê sedemên wê nehatin eşkerkirin.

Furqet El-Hemzat îdeolojiyeke îslamî ya tundraw ya dijîberî rojava dipejirîne û di çarçoveya zindîkirina serweriya osmanyan li Rojhilata Navîn de dixebite.

Furqet El-Hemzat ji komên herî çalakî li gel artêşa Tirk a dagirker bû di dema dagirkirina wê ya li bajarê Cerablusê û gundewarê di Tebaxa 2016'an bû, an ku piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar radestî wê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dibêje: "Gelek çeteyên DAIŞ'ê tev li çeteyên Furqet El-Hemzat bûn ku di dawiya 2017'an de tevlêbûna xwe ji çeteyên Artêşa Niştimanî ragihandin û rasterast fermanên xwe ji Tirkiyê digirin."

LÎWA SULTAN SILÊMAN ŞAH

Piraniya çeteyên vê komên ji gundên Tirkmen ên bakurê Sûriyê ne. Çete Mihemed El-Casim (Ebû Emşe) serkêşiya vê komê dike. Koma Lîwan Sultan Silêman Şah di buhara 2016'an de hate avakirin û beşdarî êrişên dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê mîna Efrîn û Cerablusê bûn.

Tevî daxuyaniyên şermezarkiryê yên navneteweyî û bangên herêmî yên ji ber sûcên ku ev kom pêk tîne, kom hîna sûcên qetilkirin û revandinê bi taybet li kantona Efrînê didomîne. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, çeteyên Lîwa Sultan Silêman Şah heya niha derdora 7 hezar û 500 kes revandine.

Di gelek dîmenan de eşkere dibin ku çeteyên DAIŞ'ê yên berê li kêleka artêşa Tirk di êrişên wê yên dagirkirina  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şer dikin. Her wiha sûcên ku ji yên DAIŞ'ê cûda ninin, didomînîn.

Çeteyên Koma Lîwa Silêman Şah di êrişên dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de roleke mezin di serbestberdana DAIŞ'iyê yên di girtîgehên QSD'ê de lîstin ku paşê ew derbasî Tirkiyê kirin.

Nivîskar û çalakvanê siyasî Mihemed Emîn Siwêd li ser mijarê dibêje: "Dewleta Tirk a dagirker komên çete ji nû ve bi rêxistin dike û komên ku pêşengên wê bi dagirkeriya Tirk re dilsoz in, hildibjêre. Ji eniya nû tê xwestin ku komên biçûk tune bike û li gel aloziyê herêmê bi rêxistin bike."

Siwêd diyar kir ku Tirkiyê herêmê wekî xezîneyeke mirovî dibîne ku ji bo kiryarên xwe yên qirêj ên li derve bi kar bîne.

Li gorî SOHR, dewleta Tirk 13 hezar çete ji komên Hemzat û Sultan Silêman Şah şandin Lîbyayê da ku li gel hikumeta Wîfaqê li dijî artêşa niştimanî ya Lîbyayê şer bikin.

SOHR'ê demek berê ragihandibû ku hejmara çeteyên ku Tirkiyê ew şandine Qerebaxê da ku li dijî Ermenistanê şer bikin 2 hezar çete derbas kir. Her wiha navên 231 çeteyên ku di şer de hatin kuştin hatin belgekirin.

'GAVEKE DIBE KU PIŞTÎ WÊ TEV LI HEYET TEHRÎR ŞAM WERE KIRIN'

Çalakvanê siyasî Mihemed Siwêd li ser avakirina Eniya Sûriya ya Rizgariyê vê şîrove dike: "Gava pêşîn ku dewleta Tirk hewl dide bavêje, komên li bakurê Sûriyê tev li Heyet Terhrîr Şam bike û komeke leşkerî ya yekgirtî li tevahî herêmên ku dagirkirine ava bike."

Nîşaneyên vê yekê di daxuyaniyên serçeteyê Lîwa Sultan Silêman Şah Mihemed Casim de eşkere dibin. Serçete Casim 7'ê vê mehê gotibû "Em amade ne bi Heyet Terhrîr Şam re diyalogan bikin û li hemberî rejîma Sûriyê hevalbendên wê yên li herêma Idlibê şer bikin."

Siwêd li ser vê yekê destnîşan kir ku tevlihevkirina komên leşkerî wê rewşa parçebûnê ya heyî bi dawî neke û diyar ku fermandarên koman dê li ser erkên avakirina koma nû bi hev bikevin, di encamê de dê alozî çêbibe.

GUHERTINA NAVAN Û LÎSTINA BI PEYVAN

Komên çete nav çi dibe bila bibe, rolên wan ji hev ne cûda ne.  Tevî ku gelek caran sîwan û kom hatine ragihandin lê hejmar, belge, wêne û dîmen asta aloziya li herêmên di bin dagirkeriya wan de diyar dike.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk hewl dide herêmên bakurê Sûriyê ewle bide nîşandan, lê di rastiyê de di navbera çeteyan de şer didome û sûc û binpêkirin têne nixumandin.

Dewleta Tirk navê Cebhet El-Nusra bi navê "Cebhet Fetih El-Şam" guhert û di havîna 2016'an girêdana xwe bi El-Qaîde re ragihand.

Dewleta Tirk heman lîstok bi DAIŞ û beriya wê Cebhet El-Nusrayê re lîst ku wan li Mûsil, Şengal, Kobanê, Reqa û deverên din bi kar anîn. Di wan salan de wêneyên leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê ku bi hev re li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê dixebitin, belav bûn. Her wiha konsolsxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê tenê ve û di bajarê Girê Spî de veguhest Tirkiyê. Ev yek tevkariya di navbera Tirkiyê û DAIŞ'ê de eşkere dike.

Tê zanîn ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra rêxistinên terorîst di cîhanê de ne, hêza yekane ku li gel van rêxistinên disekine û piştgiriya wan dike dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan e.

Dewleta Tirk navên wan koman ji "Tevgera Fetih" guhert "Heyet Tehrîr El-Şam" da ku sûcên wan veşêre û wan di dagirkirin û qirkirinên komên li herêmê bi kar bîne. Tirkiyê ev kom di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn.

Di êrişên dagirkirinê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de ev komên nûker û xwînêj di bin banê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de bûn yek û hemû cûre sûc; komkujî, talankirin, revandin û destdirêjî pêk anîn.

Lê dewleta Tirk vê carê navê  Cebhet Sûriya Litehrîr "Eniya Sûriyê ya Rizgariyê" li wan dike ku Erdogan bi vê yekê hewl dide wan ji sûcan bêrî bike.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛCÊN ŞER

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Îlona 2020'an de behsa sûcên şer û binpêkirinên din ên derqanûnî ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî pêk tîne kirin.

Komseriyê diyar kir ku dewlet Tirk bi rêya çeteyên sûrî yên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" sûcên şer li herêmên ku dagirkirine pêk anîn.

Nûnerê taybet ê berê yê Amerîka di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett McGurk di twîta xwe de piştrast  kir ku Tirkiyê di navbera salên 2014-2016'an de rê da ku zêdetir 40 hezar DAIŞ'iyên ji 110 dewletên cîhanê û di sînorê xwe de wan derbasî Sûriyê kirin.  Her wiha Brett McGurk got, vekişandina Amerîka ji hin herêmên bakurê Sûriyê bû sedema sûcên qetilkirin, revandin, talankirin, koçberiya bi zorê li herêmên ku Tirkiyê serwer kirine.

Li gorî raporên rêxistinên hiqûqî û dezgehên çapemeniyê yên herêmên, ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî , derdora 700 hezar welatiyên sûrî ku piraniya wan Kurd in ji warê xwe koçber bûn. Ev  yek di mezintirkin pêngava guhertina demgorafîk li Sûriyê de ji sala 2011'an ve pêk hat.

Rêxistinên mafên mirovan ên herêmên Cizîr û Efrînê diyar kirin ku derdora 500 hezar biyanî ji aliyê Tirkiyê ve li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin. Tirkiyê ew kes ji herêmên şer ên Sûriyê û kampan anîn û li wan herêman bi cih kirin.

Her wiha ji ber alozî û şerê di navbera komên çete de bi sedan sivîl hatin qetilkirin.

ANHA