Ji HRE`yê çalakiyên tolhildanê: 11 çeteyên dagirker hatin kuştin

Di rêzeçalakiyên tolhildanê yên HRE`yê yên li Şera û gundên girêdayî Ezaz û Marê de, 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek çek, alav û nasnameyên çeteyan hatin desteserkirin.

Ji HRE`yê çalakiyên tolhildanê: 11 çeteyên dagirker hatin kuştin
12 îlon, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li hêzên wan li Şera, Marê û Ezazê hêzên wan rêzeçalakî li dar xistine.

HRE`yê têkildarî encamên çalakiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di navbera rojên 7 û 10`ê Îlonê de, ji bo bîranîna Şehîd Şiyar Denîz û ji bo bersivdayîna kiryarên dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 7`ê Îlonê de, hêzên me li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyek serdagirtinê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.

Di roja 9`ê Îlonê de, li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê, di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

 Di roja 10`ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”

(cx)