​​​​​​​Serokên partiyên Kurd bang li PDK'ê kir ji nuqteyên gerîla vekişin

Serokên partiyên Kurd nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û bang li hêzên PDK'ê kir ku ji nuqteyên gerîla vekişin.

​​​​​​​Serokên partiyên Kurd bang li PDK'ê kir ji nuqteyên gerîla vekişin
11 îlon, 2021   23:38
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

6'ê Îlona Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK'ê 7 gerîla dema ku dixwest ji qadekê ‎derbasî qadeke din li herêma Xelîfanê bibin, xistin kemînê. Di encamê de 7 gerîla şehîd bûn.‎

PDK'ê gotibû "Hêzên gerîla li Xelîfanê çi dikin?" Lê KCK’ê ev yek wek biryara êrişa li dijî hêzên HPG’ê nîşan da.

‎/kr/uploads/files/2021/09/11/191301_-.webp

Serokê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê (P.A.D.K) Talal Mihemed li ser vê yekê got: ‎‎"Dewleta Tirk naxwaze nakokiyên di navbera hêzên Kurd de çareser bibin, her wiha ‎şehadeta 7 gerîlayan dê nearamiyekê di navbera aliyên Kurd de çêbike û tenê dijminên ‎gelê Kurd dê sûdê ji vê yekê wergirin."‎

Mihemed têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên bi armanca kûrkirina nakokiyên di ‎navbera partiyên Kurd de hişyarî da û wiha anî ziman: "Li dijî PKK’ê komplo heye, destên ‎veşartî yên ajanan bûne sedema şehîdbûna gerîlayên me, armanc ji vê afirandina ‎şerê birkujiyê ye, lewma divê her kes baldar be.‎"

Mihemed destnîşan kir ku PKK'ê partiyekî Kurdistanî ye, ji bo doza Kurd û gelên din ên li ‎herêmê şer dike û tê dikoşe, her wiha diyar kir ku ev mijar ne li gorî hêzên navneteweyî û ‎herêmî ye, armanca wan PKK'ê dorpêç bikin da ku radest bibe.

Talal Mihemed bal kişand ser siyasetên ku Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) dikin armanc û ev tişt got: "PKK'ê dibistana welatparêzî, têkoşîn û berxwedaniyê ye, divê partiyên ku berjewendiyên xwe yên takakesî û teng pêk tînin, dev jê berdin û nebin alîkarê dijminên gelê Kurd. Mafên ‎hemû hêzên Kurdistanî heye ku li her parçayekê ji bo parastina mafên gelê Kurd tê bikoşe."‎

‎' PDK'Ê LI WIR ÇI DIKE ? '‎

Der barê sewqiyetên hêzên leşkerî yên PDK'ê li cihên gerîlayên HPG’ê de, Mihemed wiha pirsî: ‎‎"Pirsgirêk çi ye ger gerîlayên PKK'ê di nuqteyên xwe de bimînin, berê hêzên PDK'ê ‎tune bûn. Pirsa xwe li vir dide der ew e, PDK'ê li wir çi dike, sedema hebûna wan a ‎hemwextî êrişa dewleta Tirk li dijî herêmê çi ye ? Berê Başûrê ‎Kurdistanê ji niha ewletir bû, divê rewş weke berê vegere û PDK'ê ji wir derkeve, divê ‎gerîlayên PKK’ê li herêmên xwe bimînin û ew çiyayên Başûrê diparêzin."

Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK'ê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya ku partiyên ‎siyasî yên Kurd dixwazin li dar bixin, red dike. Serokê Partiya Aştiya Demokrat a ‎Kurdistanê, Talal Mihemed da xuyakirin ku lidarxistina vê kongreyê li ser asta Kurdistanê dê li ‎dijî planên ku ji aliyê dijminan ve hatine çêkirin, bibe bendek. ‎

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk û armanca zêdekirina êrişên xwe yên li dijî herêmê, ‎Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi qasî ku ji dest wê derdikeve herêman dagir ‎bike da ku li ser bazariyan bike û bibe kaxizek di destên wê de ku ‎berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.‎

‎' GER DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ PAÇAYEKÊ BIKE, DIVÊ PAÇAYA DIN BIZANIBE KU EW Ê NE BI EWLE BIN'

‎/kr/uploads/files/2021/09/11/191336_-.webp

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa got: "Dewleta Tirk armanc dike ku ‎gelê Kurd tune bike û destkeftiyên wê ji holê rake, ji ber ku dewleta Tirk di ‎helwest û armancên xwe yên li hember doza gelê Kurd de eşkere ye."‎

Mûsa girîngiya avakirina yekitiya neteweyî destnîşan kir û wiha pê de çû: "Ya herî girîng û bingehîn di vê qonaxê de ew e ku gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, hem jî tevgera xwe ya siyasî bike yek, her wiha divê her kes hişyar be ku şerê ku dewleta ‎Tirk dimeşîne ne li dijî tevgerekê, partiyekê yan parçayeke taybet e, ger dewleta Tirk êrişî ‎parçayekê bike divê parçayên din bizanibin ku ew ê ji ewlehiyê bê par bimînin.‎"

Mihemed Mûsa bang li tevgera siyasî ya Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk xwedî ‎nêrîn û helwesteke yekgirtî bin û wiha bi dawî kir: "Eger em bi vî rengî tev negerin, dewleta ‎Tirk dê li vir û li wir êriş bike. Ji ber ku di vê qonaxê de divê em li dijî van êrişan bisekinin û ‎parastina gel û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatin bidestxistin biparêzin. "‎

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0zCsFz6q0fM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>