Birîndarê şer li ser xeteriya penaberiyê ciwan hişyar kirin

Şervanên ku di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê birîndar bûne derketina ciwanan a derveyî welat rexne kirin û hişyarî dan ku nekevin xefka şerê taybet ku dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji ciwanên wê dimeşîne.

Birîndarê şer li ser xeteriya penaberiyê ciwan hişyar kirin
12 îlon, 2021   03:08
KOBANÊ -NÎHAD KERHO

Birîndarên şer gotin: "Gelo ji bo çi bi hezaran ciwanan şehîd bûn? Mane ji bo ku em bi azadî bijîn?" her wiha bang li ciwanan kir ku li şûna çûna Ewropa û Tirkiyê, ji berxwedanê re amade bin, ji ber ku derketina ji welat dikeve xizmeta welat.

'EV AX JI HER DEMÊ BÊTIR HEWCDARÎ WE YE'

Di demên dawîn de li herêmê penabertiya ciwanan zêde bûye. Ciwan ji bo ku sînorê Sûriyê-Tirkiyê derbas bikin bi hezaran dolaran didin, lê dibin qurbanên qaçaxçiyan ku wan radestî leşkerên Tirk dikin. Leşkerên Tirk jî îşkenceyê li wan dike û van kuştî an birîndar vedigerînin Sûriyê.

/kr/uploads/files/2021/09/11/190816_-_1.webp

Yûsif Selîm (Berxwedan Kobanê) sala 2014'an di şerê li Kobanê de birîndar bû got:" Me şerekî herî mezin di serdemê de li bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî da ku vê axê biparêzin û gelê me bi aram bijî.  Lê  îro hin kes bi hêsanî dev ji axê xwe berdidin û penaber dibin ku çarenûseke ne diyar li pêşiya wan e û li hemû aliyan ve mirin li derdora wan e. Bila biçekî bifikirin; gelo me ji bo kê ev xak rizgar kir û çima ciwanên me şehîd bûn?  mane ev hemû ji bo wan e."

Yûsif Selîm diyar kir ku şerê ku di wê demê de pêk aniye, şerê baweriyê li dijî rêxistineke tundraw bû û got: "Me bi saya vîn xwe û eşqa xwe ji xak û doza xwe re serkeftin pêk anî. Lê îro em ji hemû aliyan ve rastî şerê taybet tên, ji me tê xwestin ku hevgirtî bin û bi heman rihê berxwedana Kobanê tevbigerin û ne ku birevin. Rewşek wisa heye divê me li hemberê bisekinin ev jî şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk a dagirker li dijî me dimeşîne."

Selîm bi domdarî got: "Em îro şerê hebûn û nebûnê dikin. Lê li aliyekî din hin ciwanên me di rêya şaş de dimeşin, sînorê Tirkiyê derbas dikin û  li ser sînorê lêdanê dixwin. Bila biçekî bi vê bifikirin; çawa sînorê dewletekê derbas dikin ku hewl dide koka me bişewitîne û bi hemû rêbazan êrişî me dike. Ev ax ji demên berê bêtir hewcedarî ciwanan e. Peymana min ji bo ciwanan dev ji fikira terikandina welat berdin, ji ber wê destpêka bidawîbûna me kurdan be."

'EM HEWCEDAARÎ RIHÊ ŞERÊ KOBANÊ NE'

/kr/uploads/files/2021/09/11/190758_-.webp

Kawa Şikrî bi nasnav Kawa Kobanê sala 2014'an di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de birîndar bû wiha got: "Di şerê parastinê de çekên me yên giran tune bûn, lê çeka me îrade me û hêviyên gelê me bû. Me dev ji her tiştî, heya rihê xwe berda da ku gelê me bi aştî û bi rûmet bijî. "

Kawa Şikirî diyar kir ku dema êrişên DAIŞ'ê, gel êş û azarên koçberiyê di nava kampan de kişandin û da zanîn ku dewlet aTirk sînorê xwe ji çeteyan re vekir û bi hemû rêbazan destek da wan da ku gel qir bike.

Kawa Şikirî her wiha got: "Hewcedariya me bi rihê şerê Kobanê, divê ciwanên me ji bo parastina xaka xwe amade bin, ne ku bi çûyîna Ewropayê bifikirin. Bila ciwanên me hinekî bifikirin; ji bo çi şehîd hatine dayîn? Mane ji bo ku em bi azadî bijîn. Ciwanên me bi agir dilîzin û asta xeteriya terikandina xaka xwe nizanin. Bi vê yekê xizmetekê didin dewleta Tirk ku bi salan nedikarî pêk bîne. Tirkiyê şerê me dike, lê ciwanên me bi van nêzîkatiyan rêya Tirkiyê hêsan dike ku xaka me dagir bike û demografiya herêmê biguhere."

Kawa Şikirî pirsî: "Çi zorê li ciwanên me dikin ku bi saxî bimirin? di heman demê de em bi dehan çîrokên ciwanên ku leşkerên Tirk li wan dixin dibihîzin û em cenazeyên ciwanên ku di rêya Ewropayê de di deryayê de fetisîn dibînin. Ma ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan têra wan nake heya ku diçin welatên xerîbiyê!"

Kawa Şikirî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku dev ji fikira penabertiyê berdin û ji şervanên di eniyên şer de bibin pişt û vê axê û şêniyên wê biparêzin .

(dm)

ANHA