Semîr Ezam: Rêveberiya Xweser li Sûriyê baştirîn model e

Muxalifê sûrî û Koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî ya  Demokratîk a Siwêda diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser li Sûriyê baştirîn model e û di hemû qadan de gaveke mezin avêt.

Semîr Ezam: Rêveberiya Xweser li Sûriyê baştirîn model e
12 îlon, 2021   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke ku armanc nake dewletek nû ava bike yan dewleta berê hilweşîne. Lê belê armanc dike ku civakê veguherîne hebûnekê ku bi rêya wê karibe xwe bi xwe bi rêve bibe, pirsgirkên xwe çareser bike, hevsengiyê bi dewletê re ava bike.

Ev fikire xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan ku di parêznameya xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de pêşkêş kiriye. Rêber Ocalan li ser rêveberiya xweser dibêje, ne tenê ji bo kurdan e, di heman demê de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn baştirîn model e. Her wiha dibêje, modela netewedewlet ne li gorî xwezaya civakên Rojhilata Navîn e.

Rêber Ocalan dibêje, heger neteweya demokrtîk giyan be, rêveberiya xweseriya demokratîk bedena wê ye, çawa beden bê giyan nabe, giyan jî bê beden nabe. Neteweya demokratîk bêyî rêveberiya xweseriya demokratîk nabe û rêveberiya xweseriya demokratîk bêyî wê nabe.

ꞌRÊVEBERIYA XWESER BAŞTIRÎN MODEL E'

Têkildarî modela rêveberiya xweser, muxalifê sûrî û Koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî ya Demokratîk a Siwêda Semîr Ezam ji anasa me re wiha axivî: "Modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parastina herêmên xwe modeleke leşkerî û serkeftî pêşkêş kir. Ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bigire û heta bi QSD`ê ku ewladên wan herêman li hemberî dagirkerên terorîst sekinîn û dewleta xîlafeta îslamê ya DAIŞ`ê têk bir û li Baxozê veşart."

Semîr Ezam diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke rêveberiyê pêşkêş kir ku li gorî herêmên di bin serwerya rejîmê de û hermên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ya herî baş e, lê di hin aliyan de lawaziyên wê hene.

Muxalifê sûrî destnîşan kir ku rêgeza biratiya gelan rast û durist e û wiha dewam kir: "Li kîjan welatî adil, bi ewle û aram dibe bila bibe divê biratiya gelan hebe, ji ber ku bêyî biratiya gelan ne mumkin bû ku welatên Ewropa, Amerîka û welatên pêşketî bi ewle, aram bibûna."

Ezam piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya hemû pêkhateyan di qadên îdarî û leşkerî de, serkeftineke mezin qezenc kir, nexasim di rizgarkirina jinan de û beşdarkirinê wan di xebata îdarî, siyasî, çandî û leşkerî de û bi domdarî got: " Ji ber ku li Sûriyê rewşa şer û aloziyeke niştimanî ya kûr heye, pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî biryarên siyasî bibin, bi taybet aliyên ku baweriya wan bi demokrasî û pirrengî û biratiyan gelan heye."

SEDEMÊN GURBÛNA ALOZIYÊ

Semîr Ezam di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser sedemên gurbûna aloziyê û çima aliyên derve nagihêjin çareseriyekê ku xizmeta hemû sûriyan bike û ev tişt got: "Sedema yekem ew e ku di pêvajoya hikmê dîktator, serdest û paşguhkirina ji 1958-2011`an ve, siyaset û çand tune bû û zilim dihat kirin. Di encamê de alozî çêbû, lê aloziyeke bê siyaset û siyasetmedaran û bêyî çand û rewşenbîran bû, ji lew re ev krîz derket holê.

Sedema duyem jî; rewşa leşkerî û siyasî ya ji aliyên desthilat, hikumeta Şamê, milîsên mezhebî û komên wan ên terorîst ve bû ku pê re rageşî derket. Dema ku nekarîn li gorî berjewendiyên xwe çareseriyê bibînin, her yek ji van aliyan piştgiriyeke leşkerî ji dewletên biyanî xwestin, li ser vê yekê Sûriyê veguherî qada dewletên ku destwerdana leşkerî kirine da ku li ser hesabên sûriyan û Sûriyê berjewendî û xewnên xwe yên neteweyî pêk bînin."

Muxalifê sûrî û Koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî ya  Demokratîk a Siwêda di dawiyê de ev axaftin kir: "Aliyên ku li ser erda Sûriyê bi nakok in, tu çareserî ji aloziya Sûriyê misoger nekirin, heta diyalog û danûstandin ji bo çareserkirina aloziyê jî li dar nexistin."

(eh)

ANHA