Veysî Sarisozen: Hîmê tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê bi derbeya 12’ê Îlonê re hate danîn

Rojnamevan Veysî Sarisozen derbeya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyê wek "rojbûna siyaseta îro ya Tirkiyê" pênase kir û got "Senteza  Tirk-Îslamê îro di tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê de xeta faşîzma Tirk ava kiriye."

Veysî Sarisozen: Hîmê tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê bi derbeya 12’ê Îlonê re hate danîn
12 îlon, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - NÛJIYAN ADAR

Veysî Sarisozan destnîşan kir ku bi cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan re bingeha senteza Tirk-Îslamê danîne û ev sentez di roja îroyîn de bi tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê re bûye desthilat û got: "Vê yekê jî xeta faşîzma Tirk ava kir."

Sarisozen diyar kir ku tifaqa AKP-MHP-Ergenokonê îro weke berhema derbeya 12'ê Îlonê tê pênasekirin û got: “Li dijî tevgera Xumeynî DYA’yê di wê serdemê de ‘Kembera Kesk’ anku xeteke îslamî ava kir ku îro li Rojhilata Navîn ji aliyê desthilatdaran ve bi awayekî herî zorbe û dagirker tê meşandin. Destpêka vê jî dîsa derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye."

Rojnamevan Veysî Sarisozen di hevpeyvîna xwe ya li gel servîsa tirkî ya ANHA’yê de diyar kir ku cûntayê di nav tevgera sosyalîst a Tirkiyê de şikesteke mezin çêkir, lê li hemberî vê yekê birêxistinbûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê darbe têk bir û destnîşan kir ku bi vî rengî pêşengî ji pêvajoya şoreşê ya Rojhilata Navîn re kir.

Sarisozen got pêvajoya şoreşê ya Rojhilata Navîn ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hat afirandin û şert û mercên vejîna pêvajoya şoreşê ya li Tirkiyê jî pêk tîne û destnîşan kir ku şert û mercên heyî ji bo têkoşîna hevpar firsendên mezin pêşkêş dikin.

‘HELWESTA RAST JI PKK’Ê HAT’

Rojnamevan Veysî Sarısozen got tevgera sosyalîst ya Tirkiyê li hember derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê şikesteke mezin xwar, lê PKK’ê helwesteke rast nîşan da û qada rêxistinî ya tevgerê veguhast Kurdistanê.

Sarisozen da xuyakirin ku heke tevgera şoreşger a Tirkiyê li dijî derbeyê li ber xwe bida û heke derbe bihata berterefkirin, dikarî li Tirkiyê bibe hêza damezirîner a demokratîk, lê belê vê tevgerê li şûna wê, xebatkar û endamên xwe şandin Rojhilata Navîn û Ewropayê û li ber xwe nedan.

Veysî Sarisozen diyar kir ku xeta PKK’ê berxwedana sereke ya li dijî derbeyê ye û got: "Di demeke kin de rewşa heyî analiz kirin û piştî analîzeke gelekî girîng a li ser cihê ku têkoşîn lê bi ser bikeve, berê birêxistinbûna xwe dan Kurdistanê û dest bi têkoşînê kirin. Analîza rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser vê rewşa gelekî girîng e."

Sarisozen destnîşan kir ku navenda şoreşê beriya darbeyê qadên wekî Marmara, Trakya, Ege û Akdenizê bûn, lê piştî vê pêvajoyê bi PKK'ê re navend derbasî Kurdistanê hat kirin.

 "Potansiyela têkoşer a gelê Kurd xwe nîşan daye. Û bi dîtina min, Rêberê PKK'ê Ocalan ev pêvajoya şemitandinê di dema xwe de dît û formule kir ku rêxistinbûna bingehîn wê têkoşîna li dijî mêtingeriya li Kurdistanê be. Bi saya vê biryardariyê, PKK di demeke kurt de bû yekane hêza rasteqîn a li dijî rejîma faşîst li ber xwe dide."

Sarisozen her wiha diyar kir ku berxwedana li zindana Amedê û Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê jî gavên mezin avêtin û tevgera sosyalîst a li Tirkiyê helwesteke rast nîşan neda û bingeha rewşa xwe ya îro di wê demê de amade kir.

‘PKK JI BER KU PIŞTGIRIYA XWE JI GEL DIGIRE, BI SER DIKEVE’

Veysî Sarisozen da xuyakirin ku serkeftina PKK'ê xwe dispêre gel û anî ziman ku berevajî vê yekê, bi giranî bijîşk, mamoste û zarokên efseran pêşengî ji tevgera sosyalîst a Tirkiyê re kir, bi tenê Îbrahîm Kaypakkaya ji malbateke karker hatiye û rexneyên tûj li kemalîzmê kirine.

Sarisozen ev rewş wiha nirxand: "Bi kurtasî, bingeha sosyolojîk a tevgera sosyalîst a Tirkiyê, li gorî rastiya Kurdistanê û gelê Kurd ku PKK lê birêxistinbûyî bû, qels bû. Ocalan li şûna ku tevgereke nasyonalîst a Kurd ava bike, rêxistineke ku kadroyên ne Kurd in ên wekî Kemal Pîr jî di nav de bû, ava kir. Lê kifş kir ku Kurdistan navenda têkoşîna şoreşgerî ye û dikare pêşengiya seferberiya gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê bike. Li gorî vê yekê di nava komeke biçûk de hat birêxistinkirin û dest pê kir û piştî demekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê yan jî bi tenê li Kurdistanê, lê belê karektereke gerdûnî bi dest xist. Ya ku nifşê me nekarî bi bike, rêberê PKK'ê Ocalan û hevalên wî pêk anî."

‘SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ BI DERBEYÊ RE XURT BÛ’

Sarisozen diyar kir ku îro li Tirkiyê tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê xeta faşîzma Tirk bi rê ve dibe û got: "Ew berhemên derbeya 12'ê Îlonê ne. Ya din jî ew e ku li dijî tevgera Xumeynî, Kembera Kesk an jî xeta îslama nerm ya di wê demê de ji aliyê DYA’yê ve hat çêkirin, ji aliyê hikumetên heyî yên Rojhilata Navîn ve bi şêweyê herî zordar û mêtinger tê meşandin. Destpêka vê yekê jî dîsa derbeya 12'ê Îlonê ye."

Veysî Sarisozen îşaret pê kir ku li Tirkiyê bi derbeyê re têkiliya di navbera dewlet û cemaetên îslamî de dest pê kir û cemaeta Fethullah Gulen encama vê pêvajoyê bû.

Rojnamevan Veysî Sarisozen wiha lê zêde kir: "Di nava dewleta Tirk de û di nava burokrasiya wê de bi derbeya 12'ê Îlonê re gavên herî girîng ên birêxistinbûna cemaetê ya bi serokatiya Fethullah Gulen hatin avêtin. Bi vî rengî vê derbeyê rê li ber rêyeke nû ya siyaseta Tirkiyê vekir. Artêş heta roja îro bi berdewamî laîkiyê diparêze, lê tişta em pê dizanin; di navbera van cemaetên îslamî û artêşê de tifaqek heye. Ev siyaseta dewlet, DYA, NATO û CENTO’yê bû. Ji wê rojê ve bandora vê yekê li Tirkiyê didome. Piştre ketin nava şerekî navxweyî. Ji bo ku hev tune bikin, hemle kirin. Tişta niha xuya dike; AKP-MHP û Ergenekonê cemaet tesfiye kiriye. Lê cemaetên din ên wekî Menzîlê (Semsûr), di nava dewletê de bi rêxistin dibin. Pirsgirêka Efganistanê jî mijareke ku ji 12'ê Îlonê ve zindî maye. Di sala 1979'an de, piştî ku tevgera Xumeynî li Îranê bi ser ket, Yekitiya Sovyetan Efganistan dagir kir. Niha li Îranê berdewama vê rejîma Xumeynî li ser desthilatê ye. Efganistan piştre ji aliyê DYA'yê ve hat dagirkirin û ji wê demê heta niha pirsgirêka Efganistanê berdewam dike.

Di warê rewşa heyî de, pêvajoya derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bi awayekî yekpare heta niha berdewam dike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wU73T0JOEbE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>