Panorama hefteyê: Dera şertên Rûsya pêk tîne, baregeha dawî ya îxwanan li Mexribê têk çû

Komîteya danûstandina herêmê ya Dera şertên Rûsya yên lihevkirina giştî û radestkirina çekên sivik, her wiha şertên ku serweriya hikumeta Şamê li Dera El-Beled vedigerîne, pêk tîne. Li aliyekî din îslamiyên li Mexribê di hilbijartnan de têk çûn.

Panorama hefteyê: Dera şertên Rûsya pêk tîne, baregeha dawî ya îxwanan li Mexribê têk çû
12 îlon, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa rewşa Dera ya Sûriyê, têkçûna îslama radîkal li Mexribê kir.

 ‘PIŞTÎ GEFÊN RÛSYAYÊ AGIRBEST LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ PÊK HAT’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rojeva Sûriye de wiha nivisî: "Piştî ku Komîteya Navendî ya Dera El-Beled û şêniyan qebûl kir ku lihevkirina 1`ê Îlonê ya ku piştî çend rojan hilweşî, ji nû ve temam bikin, sibeha duşemê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Komîteya Ewlehiyê ya rejîma Sûriyê tevî Komîteya Navendî ya Dan û Standinan derbasî taxa El-Erbeîn a Dera El-Beled bûn û li navenda çareseriyê ya li taxa El-Erbeîn careke din dest bi pêvajoyên çareseriyê kir.

Ev geşedan piştî ku ji nişkê ve şandeyeke leşkerî ya rûsî bi serokatiya cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê û fermandarên hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê serdana Dera El-Beled kir, rû da.

Li gorî çavkaniyekê komîteya dan û standinê, şandeya Rûsyayê yekşemê gelek civînên berfireh bi şêniyan re û komîteyên navendên Horanê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê ya li Derayê re çêkirin. Cîgirê wezîrê parastinê ferman da hêzên hikumeta Şamê ku topbaranê rawestîne. Demek da komîteyên navendî ku heta saet 10:00`an an bendên lihevkirina 1`ê Îlonê qebûl bike û bi navbeynkariya Rûsyayê pêk bîne, yan jî pirsgirêk dê bi desteka Rûsyayê bi awayekî leşkerî çareser bibe.

Heman çavkanî destnîşan kir ku komîteya dan û standinan a Dera El-Beled qebûl kir ku vegere dan û standinan û bi Rûsya re li ser madeyên pêwîst diyalogê bike.

Şandeya Rûsyayê soz da ku bi pêkanîna bendên lihevkirinê re dê yekser hêzên ku Dera El-Beled dorpêç kiriye, vekişin û hemû rêyên digihêjin bajar, werin vekirin.

Berdevkê komîteya dan û standinan a Derayê piştast kir ku ji ber sozên ku cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê daye ku doprêça ewlehiyê ya li ser taxan bi dawî bibe û hêzên leşkerî vekişin, hişt ku ew ji nû ve dest bi dan û standinan bikin.”

‘BINKEFTINA EDALET Û TENMIYE LI MEXRIBÊ REWŞA ÎXWANAN DERXIST HOLÊ’

Têkildarî binkeftina îsmaliyan li Mexribê di hilbijartinan de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Têkçûna dijwar a Partiya Edalet û Tenmiye ya îslamî li Mexirbê, ji bo projeya îslama siyasî li herêmê û cîhanê derbeyeke îstîsna bû. Dijwariya wê ji têkçûna Îxwanan li Misirê piştî şoreşa 30`yê Hezîrana 2013`an, ne kêmtir bû.

Analîzvan û pisporên kar û barên îslama siyasî got têkoçûna Partiya Edalet û Tenmiye venegare hemleyên li dijî partiyê derketin yan jî lawazbûna wê li ser asta siyasî, lê belê girêdayî têkçûna projeya îslamî ye ku xwedî li dirûşmên ‘Îslam çareserî ye” derketin. Lê dema ev dirûşm li ser erdê pêk hatî islamiyata xwe û dûrahiya xwe ya exlaqî ji dest da û li şûna wê pragmatîzim û opornûtîzim bikar anîn û ji bo ku dewletê û  saziyên wê kontrol bikin, her tişt ji xwe re helal kirin. Ji vê yekê diyar bû ku bikaranîna olê ji bo pêkanîna ajandeyên siyasî wê dawî li her tiştî bîne.”

‘PIRSGIRÊKA SOTEMENIYÊ HINEKÎ ÇARESER BÛ LÊ HIKUMET BI BIN KET’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Alîkarî ji derve hat û pirên peywendiyan hatin avakirin gaz ji Misirê û kehrebe ji Urdunê lê Lubnan veguheriye welatekî ku ji aliyê mafyayeke siyasî ve tê birêvebirin ku xwe di bin sîwana împeratorên keysbaziyê û talankirina mafê gel de diparêzin.

Lihevkirina 4 alî wê bi sponseriya banka navneteweyî pêk were ku wê berdêla anîna gazê ji Misirê re, berdêla bikaranîna erdên Urdun û Sûriyê werin dayîn.

Lê ruxmî vê çareseriyê, hikumet hîna nehatiya avakirin. serokê erkdayî Necîb Mîfatî dibêje ew soza dayîna baweriyê dixwaze. “

ANHA