Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 187 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê ji ber Koronayê 5 kes mirin û 187 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 187 kesên din bi Koronayê ketin
11 îlon, 2021   09:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, 112 mêr û 75 jin bi Koronayê ketine.

Her wiha Mistefa diyar kir ku 8 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 22 hezar û 831 kes bi Koronayê ketine, 802 kes jî mirine û 2 hezar û 12 kes jî ji Koronayê baş bûne.

(şx)

ANHA