Ismet Şêx Hesen: Divê gel ji bûyerên li Efganistanê dersan bigire

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen bal kişand ser girîngiya xurtkirina xweparastinê û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dive ji bûyerên li Efganistanê dersan bigire.

Ismet Şêx Hesen: Divê gel ji bûyerên li Efganistanê dersan bigire
11 îlon, 2021   06:06
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Li gel geşedan û bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne û xuya ye ev êriş wê heta demekê ranawestin.

Li gel êrişên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, divê hêz û rêxistineke têrker hebe ji bo ku herêmê ji êrişên dagirkeriyê biparêze.

Têkildarî mijarê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen got êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û wiha domand: “Piştî şerê wekaletê û şerê rasterast ê ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê meşand, dewleta Tirk ber berê xwe da şerê taybet ê bi rêya êrişên rojane yên li ser herêmê yên bi hawan, balafirên bêmirov û hedefgirtina sivîl û leşkeran.”

Şêx Hesen diyar kir ku armanca van êrişan derxistina tirs û tevliheviyê di nav gelên herêmê de ye, da ku wan ji warê wan dûr bixe û baweriya wan bi Rêveberiya Xweser qels bike û wiha pê de çû: “Bi vê awayî dixwazin rêveberiyê qels bikin û diyar bikin ku xelkê herêmê bi vê rêveberiyê bawer nakin û ew nikare herêmê bi rêve bibe.”

Şêx Hesen destnîşan kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar û têgihîştî bin û li hemberî êrişên dijmin bibin xwedî îradeyeke bi hêz û gef û êrişên dijmin her wiha planên dagirkirinê pûç bikin.

‘DIVÊ GEL JI TIŞTÊ KU LI EFGANISTANÊ DIQEWIME DERSAN BIGIRE'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen da zanîn ku dijmin hewl dide şer di nav Kurdan de derxe, hin alî jî hevkariyê pê re dikin da ku van armancan pêk bînin. Her wiha destnîşan kir ku ev yek ji bo doza Kurd û hemû Kurdan îxanet e û yekser bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Şêx Hesen destnîşan kir ku bal kişand ser girîngiya sekinandina li hemberî êrişên dewleta Tirk û got: "Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dagirkeriyê, pûçkirina planên dijminan û pêşîlêgirtina şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê dimeşîne, divê gel xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî rêxistin bike û ji tiştê ku li Efganistanê çêdibe dersan werbigire. Her wiha ji bo parastina welatê xwe, xwe nespêrin hêzên derve, lê xwe bi xwe biparêzin û hebûna xwe îspat bikin."

Ismet Şêx Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: “Divê gelê me bi yek destî parastina xwe xurt bike û  bi pey fitneyên dijmin nekeve û li ser şopa şehîdan û ramanê rêber Abdullah Ocalan be.”

‘PARASTINA WELAT ERKA HER KESÎ YE’

Şêx Hesen diyar kir ku parastina welat erka her kesî ye, ji ber vê yekê divê gel parastina xwe xurt bike, di warê xweparastinê de xwe perwerde bike, çi bi rakirina çekan, çi jî bi avakirina û rêxistinkirina welat be. Her wiha li kêleka hêzên leşkerî bisekinin û li kêleka hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Civakî beşdarî parastinê bibin.

Ismet Şêx Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê bi taybet gelê Kurd xwedî îradeyeke xurt be, ji ber ku destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistin bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna rêber Apo ne. Ji ber vê yekê ew têkoşîn ji bo pêkanîna xewnên şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi dest xistine têrê dike. Niha bi milyonan kes hene ku ji bo vê dozê û jiyana hevbeş û biratiya gelan tê dikoşin. "

(dx)

ANHA