Gelo têkiliya dewleta Tirk û Talîbanê dê di pêşerojê de çawa be?

Gelo têkiliya dewleta Tirk û Talîbanê dê di pêşerojê de çawa be?
11 îlon, 2021   06:35

DR. THOREAU REDCROO

Di Tebaxa 2020’an di dîmenekê de ku li ser medyaya civakî hatibû weşandin, zilamên bi cilên efganî pankart di hundirê Ayasofyayê ya li Stenbolê de radikir ku rejîma Erdogan di vê dawiyê de kir mizgeft. Zilaman di hundirê navenda dîrokî ya xiristiyanên ortodoks de digot "Allahû Ekber”. Lêkolîner Nûr Dehrî ev gav wek destpêka "Peyamekê ji Îxwan El-Mislimîn re ji bo tundrawên îslamî û terorîst ên li tevahî cîhanê" nîşan da û got “Di demeke nêz de dê alîgirên DAIŞ’ê jî alên xwe hildin."

Piştî salekê, di demekê de ku destpotê Tirk Recep Teyyîp Erdogan hewl dide hevalbendiyekê bi tevgera Talîbanê ya serkeftî re ava bike, divê mirov pirs bike ku gelo ev xebata sembolîk tiştekî plankirî ye? Di rastiyê de xeta pariyên nan ên pêşbînkirî yên ji şikeftên Peştûnistanê de ku zêrên wê rêjîne hezar û 100 odeyên qesra sultan a li Enqereyê, nîşaneyek e ku têrê dike ku dê dewleta Tirk hewl bide piştevaniya Talîbanê bi komên xwe yên herî tundraw bike mîna DAIŞ’ê. 

ERDOGAN NIYETÊN XWE ZÛ EŞKERE KIRIN

Dewleta Tirk hewl dide ji bo desthilata Talîbanê xwe wek garantor û navbeynkar nîşan bibe. Lê aliyê herî balkêş di vê yekê de, zelalbûna rejîma Erdogan di wê şopandinê de ye.

Bo nimûne, dewleta Tirk balyozxaneya xwe ya li Kabulê vekirî hiştiye û tu karmendên xwe yên dîplomasî yên sereke venekişandine. Girêdayî vê yekê Erdogan got dixwaze bi murşîdê bilind ên Talîbanê re bicive. Li gorî wî ev yek jî bi hewldana "piştgiriya ji bo dabînkirina aştiyê" ye. Lê navendên îşkencekirinê yên li Efrîna dagirkirî, gundên Kurdistana Iraqê yên hatine topbarankirin, heta bi dêrên Ermenan ên li Qerebaxê hatine wêrankirin ji cîhanê re eşkere dike ku Erdogan behsa kîjan aştiyê dike.

Armanca sereke ya dewleta Tirk di pêkanîna serwerî û sûdgirtina ji Talîbanê de ew e ku armancên xwe pêk bîne, ew jî bikaranîna balafirgeha Kabulê ya stratejîk e. Dê ew jî bihêle Enqere bibe nobetdarê dergehên Efganistanê yên neberavî û dê bi wê re di çûn û hatina çekdarên cîhadîst de xwedî kontrol be, mîna rêbaza ku MÎT’a Tirk ji bo çekdarên DAIŞ’î yên cîhanê ku diçûn Stenbolê, dûre Dîlokê û piştre Sûriyê, bi kar aniye.

Bê guman Erdogan nikare eşkere li xwe mikur were, ji lew re sedema sereke ku di hevdîtina 18’ê Tebaxa 2021’an de pêşkêş kiriye, ev e; heke kilîta mecala asîmanî ya Efganistanê bide Tirkiyê dê "cihê Talîbanê" di qada navneteweyî de geş bike. Bê guman Tirkiye dê deynê vê yekê li hevalbendê xwe Talîbanê vegerîne. Ev deyn jî ew e ku di xweşikkirina wêneya wê di qada navneteweyî de bibe piştevan. Dewleta Tirk heman rêbaz ji bo Heyet Tehrîr El-Şamê li Idlibê bi kar anî.

Ji sedemên din ên daxwazên Erdogan ji dayîna têkiliyan bi Talîban re ew e ku avakirina van têkiliyan erêkirina parlamentoya Tirkiyê naxwaze. Ji ber ku Erdogan niyet dike ku hevşirîkatiya dualî ku di 2018’an de bi navê ‘peymana hevpariya stratejîk û dostaniyê’ ku bi serokê Efgan ê îstîfakirî re îmze kiriye, bi kar bîne.

Di madeya 2’yan a peymana bi 10 salan de, li ser hevkariyeke ewlekarî diaxive, mîna "perwerdekirin, pevguhartina pisporiyan, pevguhartina agahiyan, peyvguhartina ferdan û dayînê" di navbera dewleta Tirk û hikumeta Efgan de. Dê Erdogan vê peymanê wek sîwanekî qanûnî bi kar bîne, da ku Efganistanê bi awayekî leşkerî vegerîne wîlayetek ji wîlayetên Osmaniya nû, mîna tevgerên wî yên dawî li Lîbya, bakurê rojavayê Sûriyê, bakurê Qibrisê, Azarbêcan û Somaliyê.

Dê di vê perwerdeya xapînok de yên beşdar bibin, mîna piştgiriya Qeterê, serweriya îstîxbarata Pakistanê li ser fermandarên sereke yên Talîbanê. Dewleta Tirk bi metirsiyên Amerîkayê ber bi Rûsyayê ve dilîze, da ku Washington û Moskovê ji hev bi dûr bixe.

TÊKILIYA TALÎBANÊ BI DEWLETA TIRK RE

Ji ber rola wê ya berê ya neşerker di Efganistanê de û rastiya ku dewleta Tirk tenê endameke NATO’yê ye, artêşa Tirk rûbirûyî tu vîneke nebaş ji Efganan re ji bo alîkariya hevalbendiyeke rojavayî bi dirêjahiya 20 salên borî de nabe. Lê  fermandariya bi rêya Kabulê li beramber tabloyên çapemeniyê ne ku propagandaya têkiliyên tirkî-efganî mîna celebekî hevgirtina îslamê dike. Rêzefîlma televîzyonê ya tirkî "Ertugrul" derbeyeke serketî li Efganistan û Pakistanê ye û di aliyê çandî de ji bo Enqereyê bi raya giştî lîst.

Li gel wê, Talîbanê ji dema desthilata Efganistanê serwer kiriye, Erdogan bi gotinên xwe yên xweş kêfxweş kiriye. Bo nimûne, berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da; "Em têkiliyeke baş bi Tirkiyê, hikumeta Tirkiyê û gelê misilman ê neteweya Tirk re dixwazin." Piştre Mucahid daxuyaniyek da ku "Gelê Tirk û dewleta wê dostên me ne". Lê beriya wê Mucahid gotibû "Pêdiviya me bi piştevaniya dewleta Tirk di warê perwerdeyê de heye, mîna berê."

Bê guman dibe ku hin dewletên dîtir ên NATO’yê pirsa sedema hewldana tevgera Talîbanê ya dijberiya jinan bikin, ku hewl dide piştgiriya perwerdeyê ji Tirkiyê wergire. Tevî ku berê nedihişt keç û jin biçin dibistan an jî zanîngehan. Lê belê bi nêrînekê li desthilata Erdogan a selefî dihêle mirov bersiva vê pirsê hêsan bibîne.

Li aliyekî din jî berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn El-Rîhan gotibû "Em ê tevahî herêmên Efganistanê ava bikin. Ji bo vê yekê pêdiviya me ya herî zêde bi dewleta Tirk heye." El-Rîhan wiha lê zêde kiribû: "Dewleta Tirk ji bo me lîstikvaneke pir girîng e. Ew dewleteke rêzdar û di cîhanê de bi hêz e û cihekî wê yê taybet di civaka îslamê de heye. Têkiliyên dewleta Tirk ên bi Efganistanê re ne pêkan e bi tu dewletên dîtir re werin hevrûkirin."

Şahîd her wiha alîkariyên tenduristî, aborî, avahî, enerjî û çavkaniyên jêrzemînî ji dewleta Tirk xwest. Tevî 3 trilyon dolar bineral (hesin) - tevî depoyên lîtyûmê ku pêdiviya cîhanê pê heye - ku li çiyayên Efganistanê hene. Ji ber ku ev hêmanên kêm dikarin bibin sotemeniya moşekên darayî yan jî  fînansê da ku nîv-xîlafeta ku Erdogan dixweze pêk bîne, ber bi pêş ve bibe. Ew nîv-xîlafet ji Balkan heta bi Baku û Tirkiyê ya li Asyaya Navîn e.

Şahîn di dawiya daxuyaniyê de Tirkiye wek "birayên me yên Tirk" destnîşan kir.

Têkiliya di navbera Talîban û dewleta Tirk de ne tenê ji aliyekî de ye. Di heman demê de dewleta Tirk heman hestên kêfxweşbûnê ji Talîbanê re nîşan da. Di heman roja ku 13 leşkerî amerîkî û zêdetirî 180 efganî bi teqîna DAIŞ’ê li Xarasanê hatine kuştin, ekîba Erdogan zêdetirî 3 saetan bi Talîbanê re dicivî.

Li aliyekî din jî, Erdogan piştevaniya xwe ji Talîbanê re veneşrat, ev yek di axaftina wî de ku beriya lomê li amerîkiyan bike eşkere bûbû û wiha gotibû: "Talibanê hin danûstandinê bi DYA’yê kirin, divê ev danûstandin bi dewleta Tirk re bi rihettir pêk bên. Ji ber ku kesê li hember baweriyên Tirkiyê bisekine tune ye."

Di her halê de, daxuyaniya Erdogan a "Dewleta Tirk bi tevahî bi îdeolojiya Talîbanê re ye" têrê dike ku divê bitevahî ji NATO’yê were qewitandin, heke rêxistin bi awayekî rasteqînî bi rêgezên xwe ve girêdayî ye. Lê mixabin, 10 salên borî û komkujiyên li dijî Kurd, Ereb, Ermen û Asûriyan li tevahî Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê eşkere kirin ku artêşa Tirk dikare bi parêzbendî tev bigere û ji bandorên navneteweyî dûr be.

CÎHADÎSTBÛNA ERDOGAN A TAKAKESÎ

Ji bo naskirina siyaseta derve ya Tirkiyê di serdema desthilata Erdogan de, divê mirov bizanibe ku ew li ser bingeha cîhadîstê selefî tev diger û ber bi xewnên mezinbûna îslamê ve diçe.

Di vê dema borî de, Erdogan di xîtaba xwe ya 26’ê Tebaxa 2020’an a bi boneya salvegera 949’emîn a şerê Malazê Kurd de misyona xwe ragihand. Li wir fikireya xwe ya li ser "vekirinê" diyar kir û wiha bi kurtî gotibû: "Ew fikire serweriya edaletê ya ku xwedê fermana wê li herêmê daye, disebitîne."

Ev yek di salên dawî de tên wateya dizîna tevahî kargehên Helebê, biçekkirina DAIŞ’ê ku komkujiyan li dijî êzidiyan pêk bînin, sîuqastkirina fermandarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, firehkirina dagirkeriya derqanûnê li Qubirsê, gefxwarinên dizîna giravên Yewnanistanê û mafên gazê, dijbertiya Misirê ji bo berjewendiya Îxwan El-Mislimîn, piştevaniya serjêkerên karîketêrên li Fransa, tijîkirina Lîbya û Qerebaxê bi çeteyan û êrişên li dijî Rojava.

Komeke mezin ji kesayetên cîhadî li derveyî Tirkiyê û hundirê wê hene ku têkiliyên wan ên şexsî bi Erdogan û partiya wî AKP’ê re hene, ew dihêle çavdêr bi nêrîneke kûr li cîhanê û cihê stratejî dinêrin ku dê hevalbendiya wî ya nû bi Talîbanê re pêşwaz bike.

Li gorî destpêkan, di dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê de wêne û dîmenên kevn ên Erdogan û Qelbedîn Hikumtiyar-mucahidê efganî yên navdar bi navê "Qasabê Kabulê" derketin. Hikumtiyar di 2018’an de bi balafireke ambulansê ya asîmanî ya tirkî serdana Tirkiyê kir û li nexweşxaneyeke Stenbolê hat dermandarkirin û Erdogan ew pêşwaz kir. Ew niha di mîrnişîna Îslamê ya nû "Efganistanê" de hikum dike.

Di hundirê Tirkiyê de, komek ji kesayetên El-Qaîdê yên cîhadî ku di bin sîwana parastina AKP’ê de ne, hene. Jê 3 kesên navdar; İbrahim Şen-çekdarê El-Qaîdê û gitiyê berê yê Guantanamo bû, îstîxbarata tirkiyê ew ji bo veguhastina cîhadiyan ber bi Sûriyê ve ji 2011’an ve bi kar anî. Mihemed Dogan ê bi navê Mela Mihemed El-Kesrî navdar e, yê ku serkêşiya koma El-Qaîdê yê Tirkiyê Haşişiler kiriye û banga serjêkirina amerîkiyan kirî. Yusuf Salami Çarkoğlu-oldarê El-Qaîdê ku Erdogan di vê dawiyê de ji girtîgehê serbest berdaye, da ku nêrînên xwe li ser kanala hikumeta Tirkiyê belav bike.

Ji derveyî qada rêxistina El-Qaîdê, Erdogan hevalbendî bi kesayetên oldar ên tundraw di hundirê Tirkiyê de kir, mîna Nurettin Yıldız-oldarê radîkal e, roja ku Talîbanê Kabûl girt, ji 700 hezar şopînerên xwe re li ser medyaya civakî pîroz kir.  Muhammed Akef Jan-oldar û pêşkêşvanê kanala hikumetê serkeftina Talîbanê pîroz kir.

Li dawiyê, di lîsteya piştevaniya Erdogan a îslamê ya alîgirê tevgera Talîbanê di hundirê Tirkiyê gelek kesayetên giştî jî hene, mîna Ersan Ergür-stratejiyekî hevalbendê rêxistina çete SADAT e ku banga tevlêkirina Efganistanê ji yekitiya îslamê ya herêmê re ya girêdayî Rojhilata Navîn di pêşerojê de kiriye. Alî Şahîn-siyasetmedarekî AKP’ê ye û têkiliyên wî bi Pakistanê re hene banga tevlêbûna yekîneya Şîşanî ya taybet ji çeteyên cîhadî li nava artêşa Tirkiyê kir. Farûq Beşîr-nivîskarekî sereke di rojnameya Yeni Şafak Haberleri ya rojane de ji Erdogan re ye. Dogo Perinçek-siyasetmedarekî neteweperest ê radîkal e, serkeftina Talîbanê bi şerê Ataturk re ya ji bo serxwebûnê hevrû kir, di heman demê de banga jinûve nirxandina Avrasyayê ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyê li hember Rûsya û Çînê kir.

Di tesbîtkirina çima alîgirên Erdogan ên AKPê amade ne ku bibin misilman, Pr. Ehmed Qasim Han, pisporê têkiliyên Efganî di zanîngeha Altinbaş a Stenbolê de taoriyek danî û wiha tê de got: "Ew Tirkiyê xwedî dewleteke çarenûsa wê eşkere dibînin ku cihê wê di hundirê misilmanan de awarte ye. Ew xwe dispêre paşeroja Tirkiyê û mîrasa wê ya Osmanî, ku navenda xîlafetê ye."

BIDAWÎBÛNEKE TEXMÎNKIRÎ

Tiştê nayê înkarkirin ew e ku dewleta Tirk hewl dide di cîhanê de roleke mezin bigire. Ew jî rejîma Erdogan teşwîq dike ku rêzegerên leşkerî li Lîbya, Sûriyê, Qerebaxê, Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk bîne, ji ber civaka navneteweyî ji artêşa Tirk re qetilkirina bê ceza rewa kiriye.

Niha jî, dibe ku Dominoya din a ku bikeve planên Enqereyê ji bo vegerandina Osmaniyên nû Efganistan be, ew jî dewleteke di dilê Asyaya Navîn de ye. Bi wê re dewleta Tirk dikare tevkariyê bi îxwanên cîhadî yên di Talîbanê de bike û DAIŞ’ê li wîlayeta Xarasanê ji bo êrişên terorîst ên jeopolîtîk bi kar bîne.

 (fr)