Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê: Divê gelê me li hember siyaseta qirker a dewleta Tirk hişyar be

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser qedexekirina zimanê kurdî li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got “Em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker şiyar be û bi her awayî têkoşîna xwe geş bike.”

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê: Divê gelê me li hember siyaseta qirker a dewleta Tirk hişyar be
11 îlon, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê têkildarî qedexekirina kurdî ya li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî da.  Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker û qirker, li hemberî gele me siyasetek têk birin û qirkirinê bi rê ve dibe. Ji bo ku karibe vê siyasetê ser bixe tu sînor, nirx û pîvaneke mirovahî nas nake. Li ser bingeha vê siyasetê, li welat û derveyî welat her dereke ku derfet, nirx û destkeftiyek gelê me lê hebe, êriş dibe ser û dixwaze tune bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne anku gele Kurd têk bibe, bi her awayî hêz û derfetên xwe bi kar tîne. Di vê rewşa nû ya cîhanê de ji bo ku civaka me wek netewe û civak bi tu awayî neyê naskirin, anku nebe xwedî maf û statu, her tişta ku ji dest tê dike. Li gel dagirkirina her cihekê ku destkeftiyên gelê me lê hene, bi hemû şêweyan êrişan dibe ser gelê me. Tevî êrişên fîzîkî, bi hemu cureyên bişaftin û qirkirina çandî jî li ser gelê me pêk tîne.

Gelê me yê hêja û birûmet; di serî de dewleta Tirk a dagirker û qirker, dijminên gele me bi van êrişên ku pêk tînin, wekî ku di sedsala borî de pêk anîbûn di vê sedsalê de jî dixwazin carek din bi navê Kurd û Kurdistan tiştek li ser rûyê erdê çênebe. Wek tê zanîn ên ku vê daxwaza wan asteng dike anku nahêle bigihêjin armancên xwe, tevgera azadiyê ye. Lewma bi hemû hêz û îmkanên xwe li hemberî tevgera azadiyê di nav êrişekê de ne. Tevî hemû êrişên dijmirovî û hovane yên ku li hember tevgera azadiyê ya geleme pêk tînin jî nikarin armancên xwe pêk bînin. Lewma neçar dibin ku ligel van êrişên hovane serî li rê û rêbazên şerê qirêj ê taybet didin. Gotinên wekî ‘Kurd birayên me ne’, ‘pirsgirêkên me bi Kurdan re nîn in’, ‘armanca me ne ew e ku em Kurdan têk bibin û tenê em dixwazin PKK’ê têk bibin’ derdixin pêş. Li gel vê yekê dost û dijmin her kes vê rastiyê pir baş dizane ku PKK li çar parçeyên Kurdistanê vîna rêxistinkirî ya hemû gelê Kurd e. Lewma, ji bo ku karibin gelê me têk bibin anku qirkirinek çandî û fîzîkî re rû bi rû bihêlin, neçar in ku di serî de PKK’ê têk bibin. Heke PKK tesfiye bibe dê gelê Kurd têk biçe. Pir eşkere ye ku ev gotin derew in û bê bingeh in. Bi gotinên weke ‘pirsgirêkên me bi Kurdan re nîn in, pirsgirêka me bi PKK’ê re ye’ dixwazin dijminahiya xwe ya li hemberî gelê me veşêrin û qirkirina Kurdan rewa nîşan bidin.

Ruxmî ku rasti ev qas eşkere ye jî, wekî ku hûn jî dizanin û dişopînin hin hêzên ku bi nav Kurd yên wekî PDK û hevalbendên wan jî bi vê siyaseta qirêj a li dijî civaka me pêk tê re hevkarî û hevalbendiyê dikin. Divê ev yek baş were zanîn ku yên ku bi dijminên gele me re hevalbendiyek wiha pêktînin ji dijmin pirtir zirarê didin daxwaz, destkeftî û doza azadiyê ya gele me.

Gelê me yê birûmet; wekî ku hûn jî dizanîn, di serî de dewleta Tirk, dijminên gele me tu cîhekî Kurdistanê hebûn û destkeftiyên gelê me qebûl nakin. Lewma li ku derê dibe bila bibe êriş dikin û dixwazin destkeftiyên gele me têk bibin. Ev rastî me bi êrişên liser bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, li ser Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û herî dawiyê jî bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku li Başûrê Kurdistanê pêk tên, me bi çavên xwe dît. Ev êrişên li ser gelê me pêk hatin, bê guman bi hin tifaqên herêmî û navdewletî pêk hatin û pêk tên lê di her êrişekê de ku pêk hatiye jî, hin tevgerên bi nav Kurd û kesên xayîn ên ku bi dijminê gelê me re hevalbendî pêk anîn, hebûn û hene. Bêyî ku hevalbendiyek wiha pêk were, ne hêsan bû ku ev çend êriş bi vî awayî pek werin û bi vê rengî ser bikevin. Tevî lawazkirina hêz û berxwedana neteweyî ya gelê me ya ku deng û zextên navneteweyî sist kirin û xwestin ku ev êriş rewa bibin jî heman hêzên hevkar ên li ser navê Kurdan li gel dijmin cihgirtî bûn. Yên ku gotinên wekî ku ev êriş li dijî PKK û hêzên li ser PKK ne û ev êriş ne li hemberî Kurdan e, bi lêv dikirin jî ev hêz û kesên Kurd ên ku bi dijmin re di nav hevkariyê de bûn. Ev hêz û kesên hevkar hê jî vê siyaseta qirker ya li hemberî gelê me re di nav hevalbendiyeke qirêj de ne.

Gele me yê hêja; wekî ku hûn jî dizanin dewleta Tirk a qirker û tevî çeteyên xwe bi armanca dagirkirin û qirkirinê, gelek êrişên dijwar û hovane li ser Rojava yê Kurdistan pêk anîn. Di encama van êrişan de herêmên azad û xweser ên wek Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê, ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Di encama van êrişan de bi hezaran Kurd tevî şervanên xwe hatin qetil kirin û bi sed hezaran Kurd jî, neçar man ku cih û warên xwe biterikînin. Bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, cih û warên Kurdan hatin xirab kirin û dest danîn ser hemû mal û milkên wan. Tevî dagirkirin û dest danîna li ser ked, mal û milkên gele me, li van herêman kiryarên weke destavêtina jinan, revandina keçên Kurd, dizî, girtin, êşkence û kuştin bê navber berdewam dikin. Tevî çete û malbatên çeteyan, bi sed hezaran malbatên Ereb, Tirkmen hwd. li van cih û warên Kurdan hatine bicihkirin. Tevî van pêk anînan, hemû sazî û dezgah, remz û pîrozi yên gelê me hatin texrîb kirin û ji holê hatin rakirin. Dewleta qirker û çete yên wê her ku diçe zexta li ser Kurdan zêde dikin û bi rê û rêbazên dij mirovî, Kurdan li cih û warên wan derdixin. Tevî ku ev kiryar li gor qanûnên navneteweyî weke sûcên mirovahiyê hatine pejirandin di serî de Neteweyên Yekbûyî li hemberî van kiryaran bêdengiyek heye. Dewleta Tirk a qirker ji vê bedengiyê jî zêdetir cesaret digre û roj bi roj li Efrîn, Serêkanyê û Girê Sjpî guhartinek eşkere ya demografik tê pêk tîne. Ji Kembera Erebî ya rejîma Baas xirabtir û bi tehluketir li van herêmên Kurdan siyaseta tirkkirin û erebkirinê tê birêvebirin. Dewleta Tirk a dagirker û qirker a ku qirkirina fîzîkî û çandî ya gelê Kurd daye ber xwe, wek berdewama vê siyasetê herî dawî li Efrînê, bi temamî kurdî ji bernameyên perwerdeyê derxistin. Tevî ku cih û warên Kurdan dagir kirin û bi hemû şêweyan kiryarên dijmirovî li hemberî Kurdan pêk anîn, herî dawî di cih û warê gelê me de zimanê wan jî qedexe kirin. Li pêş çavên cîhanê, di bajar û navçeyên me de tirkî û erebî wek zimanê fermî pêş xistine û liser zarokên Kurd, ev ziman tên ferzkirin. Tevî êriş û qetlîamên fîzîkî yên li ser gelê me pêk tên, bi rê û rêbazên wiha yên tunehesibandin û bişaftinê dixwazin li ser gelê me qira çandî bînin. Bê guman wê gelê me vê bê rumetiyê nepejirîne û li hemberê hemu cureyên qirkirina fîzîkî û çandî li berxe bide.

Gelê me yê hêja û birûmet; di serî de dewleta qirker a Tirk, dijminên Kurd û Kurdistanê bi van kiryarên dij mirovî û bêexlaq dixwazin hebûna me ji holê rakin. Bi van kiryaran jî em dibînin ku dijminên gelê me bi ti awayî mafên hebûnî, mirovî û jiyanî nas nakin. Wekî ku bi van kiryarên wan jî em dibînin, bi ti awayî hebûna Kurdan qebûl nakin û ji bo ku Kurdan qir bikin hemû hêz û derfetên xwe bi kar tînin. Dubare eşkere dibe ku gotinên weke, Kurd birayên me ne, em li dijî Kurdan nînin û li dijî PKK’ê ne derewek mezin e. Jixwe, sedema ku ewqas PKK’ê dikin rojev û êrişan dibin liser PKK’ê jî ew e ku weke vîna rêxistinkirî ya gelê Kurd PKK li pêşiya plan û armancên wan yên qirkirina Kurdan armanc dike astengiya herî mezin e. Dost û dijmin hemû kes vê yekê baş dizane ku heya PKK hebe dê planên qirkirinê yên li ser gelê me bi ser nekevin. Berovajî vê yekê, wê bi rûhê berxwedêr yê tevgera azadiyê meşa gelê me ya azadî û demokrasiyê wê roj bi roj ber bi serkeftinê ve here.

Em Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê hemû kiryar û êrişên li hemberî gelê me pek tên em red dikin û bi awayek herî tund şermezar dikin. Dubare em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker a ku li ser gelê me pêk tê şiyar bin û bi her awayî têkoşîna xwe geş bikin.”