‘Armanca tecrîdê parastina serdestiya hêzên kapîtalîst e'

Şêniyên navçeya Tirbespiyê got tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û da zanîn ku sedema sereke ya tecrîdkirinê ew e ku pêşî li belavbûna fikir û perspektîfên rêber Ocalan yên ji bo çareserkirina dozên herêmê û Rojhilata Navîn bigirin.

‘Armanca tecrîdê parastina serdestiya hêzên kapîtalîst e'
11 îlon, 2021   06:45
QAMIŞLO - KADAR ÎBRAHÎM

Li herêmên Rojhilata Navîn, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan zêde dibin û bangên ji bo azadiya wî ya fîzîkî didomin. Lê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hîna bê deng in.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê got armanca berdewama tecrîdê di radeya yekemîn de parastina serdestiya pergala kapîtalîst e ku li ser bingeha şer û dagirkeriyê ye, her wiha pêşîlêgirtina belavbûna fikirên modernîteya demokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Welatiyê bi navê Sanad Hisên ê ji bajarokê Til Marûf ê Tirbespyê bal kişand ser rola berbiçav a hêzên navneteweyî di girtina rêber Ocalan û ferzkirina tecrîdê de. Hisên diyar kir ku di navbera dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst de peymanek heye, ew jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e.

Der barê armancên van hêzan de, Sanad Hisên got zêdekirina krîzan û avakirina herêmên bibandor ên dewletên mêtinger li Rojhilata Navîn, piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn e.

‘AZADIYA RÊBERTÎ, AZADIYA GELÊN BINDEST E’

Hisên wiha dom kir: "Tevî raporên navneteweyî yên CPT'yê yên der barê şert û mercên li dijî qanûnên navneteweyî de ku dewleta Tirk li girtîgeha Îmraliyê ferz dike, dîsa jî dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî tecrîdê didomîne da ku fikir û perspektîfên Rêbertî negihêjin gelê herêmê. Bi vê yekê hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. "

Sanad Hisên bang li gelê Kurd kir ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan esas bigirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, divê em çalakiyan bi rêxistin bikin, ji ber ku azadiya rêber Ocalan, azadiya gelên bindest e.”

‘RÊBERTÎ NÊRÎNA CIVAKÊ YA TÊKILDARÎ JINAN GUHERAND’

Welatiya bi navê Rewan Îbrahîm a ji gundê Dugurê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide vîna jinan bişikîne û got: "Em bi fikir û felsefeya Rêbertî dijîn, ev felsefe banga azadî û biratiya gelan dike. Rêbertî ji bo ku jin azadî  û mafên xwe bi dest bixin, tê koşiya. Em baş dizanin ku dewleta Tirk hewl dide vîna jinan bişikîne."

Rewan wiha dom kir: "Me dît ku nêrîna şaş a civakê ya têkildarî jinan bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan guherî."

Rewan Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de, helwesta rêxistinên mafên mirovî şermezar kir û diyar kir ku erka civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ku ji bêdengiya xwe derkevin.

‘ARMANC TECRÎDÊ, PÊŞÎLÊGIRTINA BELAVBÛNA FIKRÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN E’

Welatiyê bi navê Nezîr Xelîl diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye, her wiha da zanîn ku sedema sereke ya tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan ew e ku pêşî li belavbûna fikir û perspektîfên wî yên ji bo çareserkirina dozên herêmê û Rojhilata Navîn bigirin.

Xelîl diyar kir ku ramana rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e, lê ji bo hemû pêkhateyên herêmê û belavkirina fikra biratiya gelan e, ji ber vê yekê welatên kapîtalîst tecrîdê girantir dikin.

Nezîr Xelîl diyar kir ku rêber Ocalan her tim amadekariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn anî ziman, lê belê dewleta Tirk a faşîst li ser şer ava bûye, lewma bi hemû hêza xwe hewl dide dagirkirina herêmên din bidomîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pg0zBCc-nS0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>